Firokeyên Tirkî bombebarana Biradost kirin

kurdistani 06:33 PM - 2018-06-06
Ji erşçva PUKMEDIA

Ji erşçva PUKMEDIA

Firokeyên cengî ên Tirkî bombebarana navçeya Biradost û çiyayê Garayê kirin.

Îro roja çarşemê 6-6-2018`an, danê sibê, careke din firokeyên cengî ên Tirkî dest bi bombebarankirina navçeyên ser bi Biradost li ber sînorê Bakurê Kurdistanê kirin.

Her weha kenala Kurdsatnewsê da xutyakirin ku li gorî bînerên wê buyerê ku heya niha ziyanên wê êriş û bombebarankirinê bi zelalî nehatiye ragihandin ku li derdora çiyayê Gara û navçeya Biradostê pêkanîne.

Hêjayî gotinê ye ku wek herdem firokeyên cengî ên Tirkiyê dest bi êrişên ezamnî li dijî navçe û deverên ber sînorê Herêma Kurdistanê dikin û bi bihaneya hebûna gerîlayên HPGê bombebarana navîeyên Herêma Kurdistanê dikin.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket