Navenda Tebqa a çandê li benda merasîma vekirinê ye


5/6/2018 16:55:00
Çapkirin
      Navenda Tebqa a çandê li benda merasîma vekirinê ye

Komîteya Çand û Hunerê ya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a herêma Tebqayê bi hevkariya Saziya Avahiyan a girêdayî Darayîya giştî ya Meclîsa Sûriya Demokratîk xebatên sererastkirina Navenda Çandî ya li taxa duyemîn a bajarê Tebqayê didomîne û amadekariya merasîma vekirina navendê di nîvê Hizêranê de dike.

Ev nêzî 3 meh in xebatên sererastkirina navenda Çandê ya bajarê Tebqayê berdewam dikin, nemaze ji ber ku di encama hovîtiya komên çete yên cûda de di serdemên borî de rastî gelek ziyanan hatibû. Di serdema çeteyên DAIŞ'ê de jî navend weke baregeheke çeteyan dihat bikaranîn û têde lêpirsîn û îşkenceya welatiyan dihat kirin.

Niha gelek xebatên sererastkirinê hatin pêkanîn û derî û pencereyên navendê hatin siwarkirin û toreya wê ya av û kehrebeyê hate sererastkirin.

Di qonaxa yekemîn a sererastkirina navendê de li şûna şanogeha navendê ku bi temamî hatiye hilweşandin, dikeyeke nû ya şanoyan hate çêkirin da ku pêşwaziya çalakiyên çandî bike.

Girêdayî mijarê Endamê Rêveberiya Têkliyên Giştî ya Komîteya Çand û Hunerê Mesna Ebdilkerîm got ku niha ew li benda merasîma vekirina navenda çandê ne ku tê payîn di nîvê meha Hizêranê de pêk were û di merasîmê de dê gelek çalakiyên çandî bêne pêşandan.

PUKmedia-ANHA


 

Brîtanya; Jineke kurd hat xelatkirin


Jineke kurd ji ber afrandineke nû ve hat xelatkirin.

Li welatê Birîtanyayê jina kurd Faniya Îsmaîl ji ber afrandina madeyeke nû ya berevanîki...


»  YNKê beşdarî serxweşiya Mîr Tehsîn bû
»  Malbateke kurd Yanesîbekî mezin jê re derdikeve
 

BIRADOSTÊ MÎTANÎ: NAVÊN MÎREŞÎN Û DEWLETÊN KURDÎ JI SALA 637z VE


Xwendevanên hêja : Gelo , ji dema hatina misilmanan ve 637z me Gelê KURD carinan desthilatî û xomanî li ser xaka xwe ya KURDISTAN&Ec...


»  Mam Celal Sembola Netewe Ya Kurd
»  El-Idlibî: Heke rêjîm Idlibê bigire dê ji bo Tirkiyê ziyaneke mezin be
 

DGK stêrkek ji rastiya ragihandina Kurdî ye..


Di helkevta 40`mîn ya salvegera damezrandina Radyoya Dengê Gelê Kurdistanê ku hilgirê Peyam û rêbaza Mam Celal e, germtirîn pîrozbahiyên ...


»  Ansata Navendî girîntirîn jêder e
»  Hawarê 15`mîn ya serhildana 12ê adarê pîroz kir

Karîkator