Komên Çekdar Genimê Efrînê Diçinin û Dişînin Tirkîyê
kurdistani 03:56 PM - 2018-06-05Newroz Reşo
Cotkarên Efrînê di destpêka demsala havînê de mûsima genim diçinin, lê îsal cotkaran nekanîbû genimê xwe berhev bikin, çimkî artêşa Tirk û komên çekdar yên pê re, dest danîne ser zevîyên wan.
Di vê derbarê de hin jêderan ji Dengê Amerîka re ragihand ku artêşa Tirk patoz û alavên dirûna genim derbazî herêma Efrînê kirine û komên çekdar genimê cotkarên Efrînê diçinin û dişînin bajarê Hatayê li Tirkîyê.
Jêderên ji hindurê Efrînê, ku jiber sedemên ewlehîyê nexwestin nasnameya xwe eşkere bibe, agahî didin xwendevanên me.
“Komên çekdar dest danîne ser zevîyên koçberan û nahêlin ku cotkarên li Efrînê mane berhema genim ji zevîyên xwe berhev bikin, ger ji sedî 20an bacê nedin.”
Jêderan behskirî anîn ziman ku her kesê ku hewil dide li hember komên çekdar bisekine, tê girtin û êşkence li wan tê kirin.
“Wek li gundê Şedîya û Memila rûdaye ku çekdarên îslamî gef li gundîyan xwarine ku genimê xwe neçinin. Koma Sultan Murad 3000 çiwal genim ji 60 hektar zevîyên cotkarê Efrînî Hikmet Celûsê Zada li devera Kurtikê ya Şera çinîne û agir berdane 10 hektar erdên din”.
Jêderan bi berdewamî dîyar kir ku komên îslamî ji her 5 embar genim, 2 embaran desteser dikin.
“Ew firotina berhema genim bi buhayeke erzan li cotkaran ferz dikin. Ji cotkaran bi 90 lîreyan dikirin û piştre bi 175 lîreyan difroşin. Komên çekdar piştî desteserkirina Efrînê 5 hezar ton genim ji depoyên genim li devera Mîra dizîbûn û veguhastibûn Tirkîyê”.
Hêjayî bi bîrxistinê ye ku li kêleka zeytûnan, çandina genim yek jî berhemên girîng ya herêma Çîyayê Kurmênc e û Rêvebirîya Xweser jî alîkarîya tov û semad dide cotkaran. Newroz Reşo
PUKmedia-VOA
hewal ziyatr
-
Dije Teror û Asayîşê derbarê rudawa li Silêmanî daxuyaniyek dan
04:47 PM - 2024-04-19 -
Konsulê Rûsyayê: Yekîtî di pêşxistina aştî û diyalogê de xwedî roleke girîng e
09:38 PM - 2024-04-18 -
Yekîtî ji bo hilbijartinan amade ye
08:03 PM - 2024-04-18 -
Komisyonê roja destpêkirina kampîên hilbijartinan ragihand
01:04 PM - 2024-04-18
zêdetir tamaşe bike
Yûsif Goran: Hilbijartin teke rêya derketina Herêmê ji wê rewşê ye
08:34 PM - 2024-04-19
Birîna 160 milyon dînar ji mûçeyê parlementerên ku beşdarî civînan nebin
01:35 PM - 2024-04-19
Dahata Silêmaniyê di heftiyekê de zêdey 7 milyar dînar e
10:31 AM - 2024-04-19
zortrin xwendraw
-
Dahata Silêmaniyê di heftiyekê de zêdey 7 milyar dînar e
Aborî 10:31 AM - 2024-04-19 -
Yûsif Goran: Hilbijartin teke rêya derketina Herêmê ji wê rewşê ye
Kurdistan 08:34 PM - 2024-04-19 -
Qubad Talebanî: Aramiya Silêmaniyê xeta sor e
Kurdistan 10:10 PM - 2024-04-19 -
Birîna 160 milyon dînar ji mûçeyê parlementerên ku beşdarî civînan nebin
Kurdistan 01:35 PM - 2024-04-19 -
Dije Teror û Asayîşê derbarê rudawa li Silêmanî daxuyaniyek dan
Kurdistan 04:47 PM - 2024-04-19