Biryara girtina Rêbwar Talebanî derket

kurdistani 05:56 PM - 2018-06-04
Biryara girtina Rêbwar Talebanî derket

Biryara girtina Rêbwar Talebanî derket

Biryara girtina serokê bi wekalet yê civata parêzgeha Kerkûkê Rêbwar Talebanî derket.
Li ser wergirtina pereyên zêde ango bi qasî 86 milyon dînarê Êraqî, biryar hat dayîn ku li gorî raporta lêkolîna çavdêrî darayî ku wê serokê encûmana parêzgeha Kerkûkê Rêbwar Talebanî bê girtin.

Di wê barê de, serokê encûmena parêzgeha Kerkûkê Rêbwar Fayiq Ebdulmecîd Talebanî dibêje ew biryara ne yasayî ye û dûre li rastiyan û rexne li biryara dadwer girt.

Talebanî aşkire kir ku hindek li endamên Eniya Turkmanî sikala li ser min tomarkirine û ew tiş ne girînge û ne bi bandore ku giliyê wan ew e ku serokê encûmena parêzgeha Kerkûkê bi wekalet mûçeya xwe wergirtiye ji wê zêdetir tiştek nîne.

Hêjayî gotinê ye ku dadgeha lêkolîna Kerkûkê, fermana girtina serokê encûmena parêzgeha Kerkûkê bi wekalet Rêbwar Talebanî derxistiye li gorî madeya 331 ji yasayên sizadanê ya Êraqê ku pêwîste ew kesê wiha karkiriye, yekser were girtin û sizakirin.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket