Waneyek ji rêzmanê Kurdî...Biradost Mîtanî

kurdistani 04:01 PM - 2018-06-04
Dîrokzan û zimanzanê kurd Biradost Mîtanî

Dîrokzan û zimanzanê kurd Biradost Mîtanî

Waneyek ji Rêzmana Kurdî ji aliyê dîrokzan û zimanzanê kurd mamoste Biradostê Mîtanî ve hatiye amadekirin:
Di hin rewşên taybet de tîp gir tên nivîsandin.
1 – Navên taybet :Mirov , zaynde , dewlet û netew ,yan ew tev , yan tîpa pêşî mezin tê nivîsandin.
Mînak :
ŞEHZAD yan Şehzad.
Şîlan.
Çiyayê Cûdî.
Gelê Kurd.
Bajarê Girkêlegê.
Çêleka Sor.
2 – Tîpa destpêka nivîsandinê, yanî serê hevoka yekemîn di mijarê de.
Mînak:
Ez evîndarê welatê xwe me…
3 – Piştî hevoka berê bidawî bibe û mirov xalekê li dawî deyne û dest bi ramaneke din bike.yanî di serê hevokan de , di nava mijarê de.
Mînak :
Ez evîndarê welatê xwe me . Dewleta Mîdî, bi dîroka xwe ve ,nîşana wê evînê ye. Ji ber dewleteka xwedî serkeftinên netewî ye.
4- Dema mirov bêjeyêkê bike tîpek , yanî rengdêriya kar û taybtmediya wî diyar bike:
Mînak : Dektor Azad . Dibe D. Azad û wilo Ş. Şoreş , M. Serhed.
5-Piştî nîşana têghiştin û pirsiyriyê(?).
Mînak : Te çen bira hene ? Bêje min .
6- Piştî cotxalê( 🙂.
Mînak : Mamoste got : Ezê îro waneya dîroka Kurdî bidime we.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket