Merkel û Netanyahu Ser Peymana Navokî Kom Dibin
kurdistani 02:49 PM - 2018-06-04Merkel û Netanyahu Ser Peymana Navokî Kom Dibin
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu û hevtaya wî ya Alman Angela Merkel îro Duşemê li Berlînê kom dibin.
Her du rêber dê ser peymana navokî ya bi Îranê re biaxifin. Îsraîl ji welatên Ewrupa dixwaze ku siyaseta xwe ya dijî Îranê tund bikin.
Netanyahu piştî Berlînê dê bi şev derbazî Parîsê bibe û Serokomarê Fransa Emmanuel Macron re bicive. Netanyahu dê dûre jî li Londonê bi Serokwezîra Brîtanya Theresa May re hevdîtinekê li dar xîne.
Serokê Amerîka Donald Trump di serê Gulanê de vekişandina ji peymana navokî ya bi Îranê re ragihandibû. Îsraîlê ser vê biryara Amerîka razîbûna xwe nîşan dabû.
Almanya, Fransa, û Brîtanya dîyar dikin ku peymana navokî ya bi Îranê re, rê li ber pêşdebirina çekên navokî digire û hewil dabûn ku Amerîka di peymanê de bimîne, lê bi ser neketibûn.
Netanyahu dixwaze ku Îran bernameya xwe ya navokî bi temamî biqedîne û ji Sûrîyê jî vekişe.
Serokwezîrê Îsraîlê dabû zanîn ku tevî ku Îranê peyman îmza kiriye, bernameyeke veşartî dimeşîne û dîyar kiribû ku îstixbaratê li ser vê ji arşîvekê Tehranê bi deh hezaran belge bi dest xistine.
PUKmedia-VOA
hewal ziyatr
-
Dije Teror û Asayîşê derbarê rudawa li Silêmanî daxuyaniyek dan
04:47 PM - 2024-04-19 -
Konsulê Rûsyayê: Yekîtî di pêşxistina aştî û diyalogê de xwedî roleke girîng e
09:38 PM - 2024-04-18 -
Yekîtî ji bo hilbijartinan amade ye
08:03 PM - 2024-04-18 -
Komisyonê roja destpêkirina kampîên hilbijartinan ragihand
01:04 PM - 2024-04-18
zêdetir tamaşe bike
Qubad Talebanî: Aramiya Silêmaniyê xeta sor e
10:10 PM - 2024-04-19
Yûsif Goran: Hilbijartin teke rêya derketina Herêmê ji wê rewşê ye
08:34 PM - 2024-04-19
Birîna 160 milyon dînar ji mûçeyê parlementerên ku beşdarî civînan nebin
01:35 PM - 2024-04-19
Dahata Silêmaniyê di heftiyekê de zêdey 7 milyar dînar e
10:31 AM - 2024-04-19
zortrin xwendraw
-
Yûsif Goran: Hilbijartin teke rêya derketina Herêmê ji wê rewşê ye
Kurdistan 08:34 PM - 2024-04-19 -
Qubad Talebanî: Aramiya Silêmaniyê xeta sor e
Kurdistan 10:10 PM - 2024-04-19 -
Dije Teror û Asayîşê derbarê rudawa li Silêmanî daxuyaniyek dan
Kurdistan 04:47 PM - 2024-04-19 -
Birîna 160 milyon dînar ji mûçeyê parlementerên ku beşdarî civînan nebin
Kurdistan 01:35 PM - 2024-04-19 -
Pêşxistina mûçeyên karmendan pêwîstî bi erêkirina Bexdayê heye
Kurdistan 12:03 PM - 2024-04-20