Pîre; Deriyên me ji gotûbêjan re vekiriye

kurdistani 06:41 PM - 2018-06-03
Pîre; Deriyên me ji gotûbêjan re vekiriye

Pîre; Deriyên me ji gotûbêjan re vekiriye

Peyvdarê fermî yê politburoya YNKê Pîre; Deriyên me ji gotûbêjan re vekiriye.

Peyvdarê fermî yê politburoya YNKê Sedî Ehmedî Pîra di kongireya bidawîbûna civîna encûmena serkirdeyetiya YNkê de ragihand ku deriyên me ji bo gotûbêj û hevdîtin û denûstandinan li gel aliyên siyasî vekiriye.

Îro roja Yekşemê 3-6-2018`an, Encûmena Serkirdeyetî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê civîna xwe ya duyemîn roj berdewam kir û li ser rewşa heyî ya Herêm û Êraq ê gotûbêj berdewam kirin..

Di wê civîn ê de li ser ku çawa Yekîtî dê wel aliyueke serkeftî beşdarî Hilbijartinan gotûbêj û şiroveyên cur bi cur kirine û amadekariyê xwe ji hemû bijartinên Herêma Kurdistanê jî kirin bi rojeva wê civînê.
 
Her weha jî di birojeyê de dê li ser destpêka gotûbêjê li gel aliyên siyasî-Kurdistanî ji bo beşdarbûna Kurd di Hikûmeta Federal ya Nûh de danûstandin ê were kirin.

Di wê kongireya rojnamegeriyê de, Peyvdarê fermî yê politburoya YNKê Sedî Ehmedê Pîre ragihand ku ji bo nehîştina nîgeraniya hinek aliyên siyasî ên ku di hilbijartinan de beşdarbûne, em wek YNKê piştîvaniya rêkên yasayî û desturî dikin.

Sedî Pîre di berdewambûna axiftina xwe de, wiha pê de çû; Em wek Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê, me  projeya gotûbêj û hevdîtinan li gel aliyên siyasî ên Kurdî amadekriye tako em dest pê bikin û ew babet û mijarên nakokdar û nîgeraniyê ji hev du derxînin û çareser bikin.

Derbarê bi rewşa Herêma Kurdistanê û serweriya axa Herêm û Êraqê jî got; YNKê li çarçoveya yasa û destur, ew leşkerkêşiya li ser axa Herêma Kurdistan û Êraqê bi tundî şermezar dikin.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket