YNKê hêvana yekrêziya tevgera kurd e

kurdistani 05:23 PM - 2018-06-03
YNKê hêvana yekrêziya tevgera kurd e

YNKê hêvana yekrêziya tevgera kurd e

Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê di yekrêziya neteweyî de xwedî roleke mezin bû.

Ez ji bo dîrok û mêjû dinivîs im..

Ez ji bo rastiyên heyî şirove dik im.

Ez ne ji bo berjewendiyên kesayetî teng dibêj im.

Ez ji bo berjewendiyên giştî û gelê kurd dinivîs im.

Ev rastî ne, ne pesin û ne jî parastina kes û aliyan e.

Ez vê nivîsê ji bo dadgeha dîroka Kurdistanê ya nûh pêşkêş dik im.

Ez li gor destpêkirina kar û xebatên siyasî ên di nava tevgera kurdî de ku ji 27 salan ve ye, min rastiyek li nava tevera Kurdistanî de dît ku ew e nemir Mam Celal û Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê herdem wek hêvana yekrêziya tevgera Kurdî û Kurdistanî bûne.

Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê ji roja damezrandina xwe ve, tekez li ser peyrewakirina bernameya parastina yekrêziya di nava aliyên Kurdî û Kurdistanî de kiriye. Her weha nemir Mam Celal jî, wek serkirde û rêberekî dêrîn û navdarî kurd, di warê kirdarî de, ew bernameya selamndiye û xalên wê di holê de bi cih kiriye.

Bo nimûne jî, di dema şoreşa nemir Ebdurihman Qasimlo bi berdewamî li kêleka nemir Qasimlo bû. Xwedî rêbaza yekrêziya neteweya kurd bû. Ew gotin jî ji aliyê nemir A. Qasimlo ve hatiye gotin ku di heyama hevpeyvîneke taybet ya Kovara Alsayed ku bi riya rojnamevana Lobnanî Huda Huseynî li Qendîlê di buhara 1984`an de pêkhatibû.

Her di sala 1991`an de, li gel şandeyeke Başûrê Kurdistanê ku ji piraniya partiyan pêkhatibû, serdana deşta Bîqayê li Lubnanê kir û çavpêketin li gel serokê Partiya Karkerên Kurdsitanê rêzdar Abdula Ocalan kir û gelek xalên girîng bi hev re lihev kirin.

Her di sala adara 1993`an de jî, li gel alî û partiyên Bakurê Kurdistanê ku kesayetiyên wek Ahmed Turk, Hemreş Reşo û Kemal Burkay jî hebûn, dikarî li gel serokê Partiya Karkerên Kurdistanê rêzdar A . Ocalan rêkeftina agirbestê bike û riya diyalogê li gel hikûmneta Tirkiyê veke.

Dema ku Mam Celal agahiyan dide serokê Tirkiyê yê wê serdemê Turgot Ozel ku PKK``ê agirbesta yekalî pejirandiye û amade ye ku dest bi projeya aştiyê û çareserkirina aştiyane bike, wê demê serokwezîrê Tirkan Silêman Demrêla li ber kenalên ragiahndinê bi reşkawî got; Ez kok bawer nakim ku PKKê agirbestê bide ragiahdin û em ji wê yekê re ne amadene ji ber ku ev tişt kok nakeve serê mirovan ku PKKê agirbestê bide ragihandin.

Ev yek rastiya bihêzbûna çêwaza siyaset û dîplomasiyeta YNKê dide zelalkirin ku çawa herdem bûye bi hêvana yekrêzî û yekîtiya nîştimanî di nava tevgera Kurdistanî de.

Ji ber wê jî, YNKê wek aliyeke siyasî Kurdistanî gelek caran rastî aloziyên cur bi cur hatiye û bi taybetî ji aliyê dewletên dagîrkeran ve, lê her dem bi awayekî pir siyasî û Dîplomatîkî xwe ji wan aloziyan rizgar kiriye û bi serkeftî derbas bû ye û êdî rê li ber ew aloziyan bi siyasî û dîplomasiyet girtiye.

Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê YNK`ê di dîroka 1/ 6 / 1975`an de, di nava rewşeke pir nelihev û aloziyeke pir mezin ku tê de mala kurdî û rastiya doza rew ya Kurd li ber belavbûnê bû, çavên xwe li dunyayê hilanî û serîhilda û derkete holê tako ew rastiyên hene ji bo pêşeroja gelê kurd bêne parastin. Ew pêngava bi serokatiya rêbenrê nemir Mam Celal bû ku li gel hejmarek ji hevalên xwe ên destpêkê dest bi vejandina jiyaneke nû ji bo şoreşa gelê kurd kir.

YNKê ji aliyê gelek jêderên siyasî ên Kurdistanî û cîhanî ve wek aliyekî siyasî kurdî ku herdem di navbera aliyên siyasî kurdî û Kurdistanî ên nakokdar de peywendî dikir û hewilî sazkirina peywendî û aramî û aştî di navbera wan aliyan de, gelek caran jî bi serkeftî ew kar derbas dikir.

YNKê di kesayetiya serokê nemir Mam Celal de nas bikin

Rêberê şoreşa rasteqîne ya nû û sekreterê giştî ya YNK`ê serokê nemir Mam Celal weku yekem serokê hilbijartî yek serokkomarê Kurd gihîşte serê desthilatdariya desturî li Êraqa federal a demokrat.

Ji çiyayên Kurdistanê gihîşte koşka komariya Bexdadê

Di destpêka şoreşa Başûrê Kurdistanê û heya rizgarkirina wê, bêtir ji 60 salî serok Mam Celal mora xwe li ser kar û xebata nîştimanî ya vê perçeyê welat xistiye û li nser rûpela dîroka nûh ya gelê Kurdistanê bi şoreşeke nûjentir û bi remaneke sosyal demokrat derkete holê û dikarî ji sengerên pêşmergeyetiya çiyayên Kurdistanê ber bi koşka komariya nÊraqê ve bi rêkeve û cihê dîktetorekî ku bi birîna serî wî sondxweribû bigre û piştre li ser bidarvekirina wî dîktetorî jî mor û wajo neke.

Her weha piştî ku raperîna gelê Kurdistanê bi girsayî dest pê kir, rewşa desthilsata rêjîma bas guhert û ew raperîn raperîneke dîrokî li dijî rêjîma Basê rabibû, di encamê de, gelê Kurd dikarî li hemû bajar û bajarokê Herêma Kurdistanê yeke bi dûv yekê de rizgar bikirane û gelek şehîd û pakrewanên mezin pêşkêşî wê serhildanan dîrokî hatin kirin.

Serok Mam Celal û YNK`ê gerantiya serketina raperîna 1991`an bûn

Her weha di roja 5-3 sala 1991`an de, li bajarê Raniyayê, raperîneke mezin û qeşeng ji aliyê gelê Kurd ve , li dijî rêjîma Bas yê xwînvexwer pêk hat û di encamê de, ew Raperîn li hemû dever û bajarên Başûrê Kurdistanê belav bû.

Di wê Raperînê de, hêzên Yekîtiya Nîştimanî mya Kurdistanê û gelê Kurd dikarî navçeyên Hacî Awa û Raniya û derdora wê ji tevahiya dem û dezgeh û avahiyên bassiyan azad bikin.

Di encama wê Raperînê de, hemû bajar û bajarokên Herêma Kurdistanê rizgar û azad bûn, digel wê yekê de, xebat û tekoşîneke nûjen û nûtir dest pê kir.

Her weha piştî wê serkeftinê, li Herêma Kurdistanê Parlemana Kurdistanê hate hilbjartin û damezrandin û ji wê jî hikûmeta Herêma Kurdistanê jî ava bûê. Ji bo wê yekê ew Raperîn pêngaveke dîrokî û gelek mezine ji bo gelê Kurd  ku dikarî naznavê ji gelê Kurd re bedî bîne.

Her weha ji bo bihaya wê roja pîroz, Parlemana Kurdistanê ew roj 5-3- kir bi roja salyadaeke nîştimanî û li hemû salekê bi fermî tê bi bîr anîn.

Serok Mam Celal, Endazyar, Pêşmerge, Serok û Rêberê gel e

Weku hemû kesek dizane ku di sala 1991`an de, li bajarê Raniyayê, li başûrê Kurdistanê, raperîneke dîrokî li dijî rêjîma Basê rabû, di encamê de, gelê Kurd dikarî li hemû bajar û bajarokê Herêma Kurdistanê yeke bi dûv yekê de rizgar bikirane û gelek şehîd û pakrewanên mezin pêşkêşç wê serhildanan dîrokî hatin kirin.

Lê di rastiya wê de, endazyarê wê jî hebû û aliyê cêbicîkerê wê jî her amade bû bi hemû hêz û tiwanaya xwe ve. Her weha endazayarê wê raperînê jî, serok û rêber Mam Celal bû ku dikarî di nav dilê gel de cih bigre û mil bi milê gelê xwe ve li hemû bajaran bigere û moralê bide cemewerê serhildayî.

Ew pêngaveke dîrokî bû, ew xebateke pîroz bû, dema ku mirov li ser wî çi bêje û çi binivîse her kê me û her maf jê re naye dayîn ji ber ku dikarî bi nasnameya xwe ya kurdayetî û ya YNK`yî û ya şoreşgerî û pêşmergeyetî ve ji Qendîlê biçe koşka komariya ku biryara bidarvekirinê li dijî wî derxistibû û ji hemû Êraqiyekî re lêborîn derxistibû ji bilî serok Mam Celal. Ev rastî dide xwuyakirin ku meznatiya serok Talebanî di çi astekê de ye.

Her weha YNK`ê jî dikarî rêbaz û pilannameya endazyarê xwe di warên paratîkî de bicîbîne û bi wê yekê re şoreşa gel bi serket û gihîşte roja me ya îro ku Herêma Kurdistanê bûye mxwediyê Parlemaneke demokrat û Hikûmeteke Kurdî û bûye Herêmeke ji bo hemû Kurdan.

Serok Mam Celal yekemîn serokkomarê Êraqê yê hilbijartiye

Di 6`ê Nîsana sala 2005`an de, komeleya niştimanî ya Êraqê wê demê, bi piraniya dengên endaman di hilbijartinekî demokrasî de ku di dîroka Êraqê de yekem proseya bi wî awayî destpêkiribû, Serok Mam Celal wek yekem Serokomarê Êraqê hate hilbijartin û her weha Serok Talebanî wek yekem kesayetiyê Kurd postê Serokomariya Êraqê wergirt.

Roja 6/4/2013`an, heşt sal bi ser hilbijartina Serok Talebanî wek serokomarê Êraqê bi awayekî demokrasî li pişt ruxana rêjîma jinavçûyî ya Be`sê derbas dibe.
Roja 6`ê nîsane 2005`an, bû yekem car di dîroka dewleta Êraqê, komeleya niştimanî a Êraqê wê demê, di hilbijartinekî azad û demokratîk de bi piraniya dengên endamên wê, Serok Mam Celal wek yekem Serokomarê Êraqê hate destnîşankirin.

Serok Talebanî wek yekemîn serokê Êraqê bi nasnameya xwe ya şoreşgerî û Kurdî bû bi serokkomar, Di wergirtina serok Celal Talebanî posta serokkomariya Êraqê, weke yekemîn kesayetiya Kurd di dîroka Êraqê de, ew posta giring pê hate sipartin.

Di wê hilbijartinê de ji 257 dengên endamên komeleyê ku di rûniştinê de amadebûn, serok Talebanî 227 deng bo ser postê komariyê bi dest anîn û her yek li (Dr. Adil Ebdulmehdî û Xazî Ucêl Yawir) jî bo cîgiriya Serokomariya Êraqê hatin hilbijartin.

Di wê bone de Serokomarê Êraqê Serok Talebanî, di gotina xwe razîbûna xwe dupat kir ku desteya serokayetiyê hewlên xwe bixin gerê jibo ku her tim cihê wê baweriyê de bin û li gor vîna gel û bi cidî û başî û dilsozî  li gel serokayetiya encûmena niştimanî û encûmena wezîran de bo anîna desthilatekî demokratîk ku azadiyan û mafên taybet û giştî yên mirov bo gel dabîn bikin beşdar bibin.

Piştî wergirtina serok Mam Celal posta serokkomariya Êraqê, di heman rojê de, Serokê Welatên Yekbuyî ya Amerîka Corc Boş pîrozbahî li serok Mam Celal kir her weha piştre jî çendîn birûskeyên pîrozbahiyê jî ji serokên welatên cîhanê, Birêtaniya, France, Almaniya, Rûsiye, Sûriye, Misir, Libnan, Tirkiye, Êran gelek welatên din yên cîhanê û siyasetmedaran û berpirsên mezin yên cîhanê arasteyî Serok Talebanî kirin .

Li gel ragihandina nûçeya bûna Mam Celal bi Serokomarê Êraqê, şêniyên hemû bajar û navçeyên Herêma Kurdistanê bo nîşandana şadî û xweşiyê rijiyan ser cadan û cihên giştî û heya çend rojan aheng û zemawendên kêfxweşiyê hatin saz kirin.
Her weha li parçeyên din yên Kurdistanê jî, aheng û şoxûşenga pîrozbahiyê ji serok Talabanî re hatin li dar xistin.


Liwîs Eyela derbarê  Salvegera Damezrandine YNK`ê û Mam Celal de çi got?

Serketerê giştî yê rêxistina Sosyelît a Nevnetewî Liwîs Eyela bi helkefta 38 salvegra damezrandina Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê Serok Mam Celal û Endamên YNK`ê pîroz kir.

Sekerterê giştî ya Rêxistna Sosyelîst a Navnetewî Liwîs Eyela di 2/6/2013 , nameyek pîrozbahiyê bi vê helkeftê YNK`ê birêkir, Eyêla di nameya xwe de ragihand, ku ew bi vê helkeftê pîrozbahiyên xwe yên gerim û bratî û hêvêdariyên xwe yê xweş pêşkêşî hemû Endamên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê dike, her wiha diyar kir ku Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê ji dema Damezrandina xwe di 1975 de, bi serperştiya Serok Mam Celal vejîneke nû bû bo gelê Kurd û dîrokê ev rastî ji roja damezrandina YNK`ê eşkere kir, Damezrandina YNK`ê bo gelê Kurd pêngavekê dîrokî bû, û biryareke tekoşînê bû, bo azadiyê û Mafên rewa yên Gelê Kurd.

Wekî din Eyela di nameya xwe diyar kir ku YNK`ê her partiyekî pêşenge, bo lidarxistine û damezrandina Demokarsiyê li Êraqê û Rojhilatanavîn , YNK`ê bo Hikûmeteka rewa û Demokrat bête avakirin hîmên bingehîn yên aştiyê û avakirina saziyên demokrasiyê avakirin e, her wiha YNK`ê weku Partiyek zana xwediyê bandorekî mezine li Herêmê û li Rojhilatanavîn a mezin.

Liwîs Eyela diyar kir ku Mam Celal ji aliyê rêxistina Sosyekît a Navnetewî ve bi xebata xwe û tevgera xwe a ji bo doza Kurd tê naskirin, û diyar kir ku bi xebta Mam Cela tegera Sosyelîs a Navnetewî bo qada pêşkêş kirine daxzwazên rewa yên Gelê Kurd li cîhanê.

Di dawiya nameya xwe de Eyela ragihand, ku her ew di wê bewariyê û hêviyê de ye, bi hevkariya li gel YNK`ê wê karibine li pêşberî hemû astengian rawestine û ji holê rakine,her wiha Eyêla diyar kir ku ew hêvîdare Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê her di xebata xwe de û tekoşîna xwe de serkeftî be.

YNKê xwediyê şoreşgerên mezin wek Mam Rîşe ye

Di serdema rêjîma dîktetor yê B`esî erebî şovînî de, di demekê ku gelê kurd nikarî serî li ber dîtetoriyeta Sedam Husên rake, gelê Ereb û rêjîm jî, pê re nikarîn temaşeyî ser rû û dîmenê lehengê Kurd Mam Rîşe bikin.

Mam Rîşe ango navê xwe ya tomargehê, (Necmedîn Şekor Rauf)  ku di sala 1955`an de, li gundê Taleban ya navçeya Germiyanê ji malbateke welatparêz û kurdperwer jidayîk bûye, qehremanekî ji bo doza gelê xwe tekoşîn kir û heya dilopa xwîna xwe ya dawî liber xwe de û serê xwe li ber rêjîma xwînvexwer û erebên şovanîst dînena.

Mame Rîşe yekek ji kesayetiyên herî bilîmetî gelê kurd yê Başûrê Kurdistanê bû ku bi şev û roj li dijî dîktetoriyeta erebê şovînî dicengiya û ew kesayetiya şoreşger nimûneya têgeha serfirazî û serbilindî ji her kesekî Kurd re bû.

Weku tê gotin li ser lehengtiya Mame Rîşe ku ji ber mezintî û canpolatiya wî, xelkên Ereb û alîgir û nokarên rêjîma dîkteorya Sedam Hisên ji wî re digotin peyayê Hesinî, ji ber ku kok netitirsî û ne jî hesab ji wan re dikir û herdem li Kerkûk û derdora wê digeriya û ajan û sîxurên rêjîma dîktetor, bi mêrxwasî jinav dibir û her kesî li dijî vîna azad ya gelê Kurd bû ye, ew dixist proseya dadgehkirinê û di encamê de, wê her binçav bikira û sizayên lio gor tawanên wan bi cî dikir..

Piroseya Mame Rîşe ew bû ku gelek rêça berpirsê ewlekariya Kerkûkê dipiya ku hemû rojekî wî berpirsî li ber çavên xelkê kurd digot; Êdî temenê Recul El-Hedîdî (Peyayê Hesinî) pir kêm bûye û wê di demeke nêzîk de an li zîndanê be, an jî li goristanê be.

Her weha di barê mêrxwesî û dilêriya Mam Rîşe de, kesekî ku lawê wî pir nêzîkî kesayetiya xebatkarê kurd yê leheng Mame Rîşe bû û pêşmergê bi wî re bû, ji min re karekî pîrozî wî şoreşgerê mezin hewelda û bi vê awayî got; Rojekê rêjîma Sedam Hisên ê dîktetor pir xwest gelê kurd û bi taybetî dost û alîgirên Mame Rîşe nîgeran bike, tako moral û wureyê wan têk bibe û bê hêvî bike.

Lê Mam Rîşe jî ew yek baş naskiribû, agahiyên xwe li ser pîlan û kiryarên rêjîmê û ajanên wî hevbû, wî jî li hemberî pîlana rêjîmê, proseyeke baştir amade kir. Di rojekê de, ku berpirsê ewlekariya Kerkûkê yê ku pilan li dijî Mam Rîşe darijtiye û wê moralê xelkên kurd têk bibe diçe xweringehekê li bajarê Kerkûkê û digel çend pasevanên xwe û alîgirên xwe, di wê xweringehê de xwerinê li wir dixwe û vehesa xwe dike û bi wan alîgirên xwe re, di nava kêfxweşî û gotûbêjan de ye. Her weha Mame Rîşe jî di bicîkirina wê proseya şoreşgerî ya xwe li dijî wî berpirsî dest pê kir.

Mam Kerîm ku bi xwe bavê şehîd Enwere ku ligel Mam Rîşe pêşmerge bû, di axiftina xwe de wiha berdewam kir; Di heman demê de, Mam Rîşe di wê xweringehê de, nanê xwe dixwe û berpirsê rêjîmê jî li wir nanê xwe dixwe û piştî ku xwerina xwe têr xwe re û vehesa xwe jî kir, êdî rabû ku wê perê xwerina xwe û ya alîgirên xwe bide xwediyê xweringehê, lê ji aliyê xwe ve, hejmarkarê xweringehê jê re dibêje ku perê te hatiye dayîn.?!

Yekser ew berpirs maliq dimîne û ji pasevanên xwe dipirse kê perê min daye, ew dibêjin em nizanin. Her ji jmêryarê xweringehê dipirse gelo kê perê xwerina me daye.? Ew kes dibêje nizan im û ez wî kok nasnak im, lê ji min re got eger kes li min pirsî ji wan re bibêje Recul El-Hedîdî (Peyayê Hesinî) ew pere daye.

Di wê demê de, ew berpirs mirûz û dîmenê xwe têk diçe û gelek ji xelkên Kerkûkê wê demê amadebûne û ew çîrok bi guhên û xwe bîstin û bi çavên xwe jî dîtin, piştr e jî, êdî ji bo wî berpirsî şermeke mezin bû ku wî li ber çavên xelkê Kerkûkê digot Mame Rîşe wê di demeke nêzîk de, an li zîndan be an jî li goristan be, lê dema ku di yek xweringehê de, bi hev re xwerin xwerine û perê wî jî daye û pê nizaniye ku Mame Rîşe di wê xweringehê de ye û perê wî jî daye.

Ev yek ji çîrokê lehengtî û mêrxwesiya kesayetiya Mame Rîşe ye wek pêmergeyekî dilsoz û xwemxwerê doza xwe di nav rêzên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê de, tekoşîna xwe dikir û bi bê hember ku ewqas ji bo parastina doza gelê xwe hişyar û xwedî dilekî bihêz û merd bûye.

Hezar dilovaniya Xwedê li canpakiya te be ey Mame Rîşe ey peyayê Hesinî yê nimir û dilsosê doza rewa ya gelê Kurd û Kurdistan.
Mixabin ku di roja 24-1-1985`an de, şorşeger û lehengê gelê kurd ku neyarên şovînîstan jê re digotin (Peyê Hesinî)Mam Rîşe bi  riya çaşên rêjîma dîkteor bi awayekî hovane dikin pisuyê û şehîd dikin.

YNK'ê 2 Xalatên watedar wergirt.
16/1/2017

Du xelatên giranbuha ji bo du serkirdeyên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê, bi cûş û xweşî hatin wergirtin ..

Kosret Resûl li Îtaliyayê, bi xelata Pêkaso ya dîrokî hat xelat kirin.

Yekemîn xelata ku ji aliyê Îtaliyayê ve hat dayîn, (Xelata Pêkaso ya zêrîn) bû ku Cara yekemîne ku Kurdek xelatekî wiha wergirê û taybet  ji bo xebatkar rêzdar Kosret Resûl Elî ku li Îtaliya wergirt.
Ew xelat ji bo beşdarbûna rêzdar Kosret Resûl bi kirdarî di şerê li dijî DAIŞ'ê de, li layîqî wî hat dîtin.

Wateya wergirtina xebatkar Kosret Resûl li Îtaliyayê xelata Pêkaso ya dîrokî ji bo kurd şanaziye.
Cêgirê yekemîn yê sekreterê gîştiî yê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê, rêzdar Kosret Resûl li welatê Îtaliyayê, ji bo beşdarbûna xwe bi mêrxwesî û lehengî li şerê li dijî terorê û bi taybetî rêxiztina terorîst a DAIŞ`ê, ji aliyê berpirsên wî welatî ve, bi germî lihat pêşwazîkirin û hat xelat kirin.

Ji bo beşdarîkirina rastewxwe û bi hemû kêz û tiwaneya xwe di nava karûbarên şer û cengê li dijî terorê, û hewildanên pêkanîna aştî û aramiyê de, li Herêma Kurdisdtan û Êraqê, di roja 13-12-2016`an de, li welatê Îtaliyayê,herêma Toskanayê xalata Pêkaso ya zêrînî ya sala 2016`an, pêşkeş bi cîgirê yekem yê sekreterê giştî yê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê heval Kosret Resûl Elî hat kirin.

Di wê merasîmê de, Kosret Resûl Elî got; Ez li cihê hemû pêşmergeyekî Kurdisdtanê bi wê xalatê şanahzî dikim û werdigrim ku rêzgirtin li min, tê wê wateyê rêzgirtine li tevahiya gelê kurde.

Hêjayî gotinê ye ku xelata Pêkaso her salê didin bi wan kesên ku parastina mafên mirovan dikin tê kirin. Îsal jî li ser pêşniyara serokê Herêma Toskanayê Êrnîko Rosî, ew xelat ji bo rêzdar Kosret Resûl hat pêşkêş kirin.

Her weha di roja yekşemê 4-12-2016`an, jî li bajarê Silêmaniyê, cîgirê sekreterê yê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) Kosret Resûl Elî pêşwazî li nûnerê serokê Obama li hevpeymana navnetewî li dijî DAIŞê Birît Magkurg kiribû û Magkurg destxweşî li heval Kodret Resûl Elî kiribû ku bi awayekî rastewxwe beşdarî li şerê li dijî DAIŞê dibe û serokatiya eniyên cengê dike û serkeftinan tomar dike..

Di wê hevdîtinê de, herdu aliyan li ser şerê li dijî DAIŞê û girîngiya hevrêziya di navbera hevpeymaniya navnetewî û hêzên hevbeş ên ji bo jinabirina terorîstan kirin.

Ji aliyê xwe ve, rêzdar Kosret Resûl Elî li ser rola pêşmerge û girîngiya wê li dijî DAIŞê û amadekariyên xwe ji bo berevaniya eniya demokratîk.


Hêro Xan Îbrahîm Ehmed xelata Papaya watedar li Dêra Mar Yusif wergirt.


Her weha xelata duyemîn jî ya Papa yê Vatican ji bo jina şoreşger ya herî bihêz Hêro Ibrahim Ehmed re hat pêşkeşkirin.
Ew xelat ji bo wê yekê ye ku Hêro Xan bi awayekî pir baş xizmeta bi mirovên penaber û awere û Bêkes û hejar an kiriye û bi mirovdost hatiye naskirin û ji ber wê yekê jî, ew xelat li layîqî hatiye dîtin.

Endama politburoya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê Hêro Îbrahîm Ehmed xelata Papayê Vatîkanê wergirt.
Îro roja yekşemê 15-1-2016`an ser nîvro, rêxistina Asis Pakis Enternaşyonal û nûnerê Papayê Vatîkan Li pay Karên mirovdostî Hêro Xanê de, ku çendîn xelatên cîhanî ji bo Hêro Xanê hatiye pêşkeş kirin û em kêfxweşin bi vê kar û xelatên ku wergirtiye û bi hêvî ne her berdewam be li ser karên mirovdostî.

Piştî çendîn kar û xebatên bo penaber û awere û xwedîlêderketina li mirovên hejar û bê kes, Îro roja yekşemê Hêro Xan li Dêra Mar Yusif a li Silêmaniyê ji aliyêrêxistina Asis Pakis Enternaşyonal û nûnerê Papayê Vatîkan ve hat xelat kirin.


Pîroz be li herdu serkirdeyên YNK ên naskirî Xato Hêro Ibrahîm Ehmed û rêzdar Kosret Resûl Elî yên ku ji destpêka şoraşa gelê kurd ya Başûrê Kurdistanê ve di nava tekoşîn û xebata fermî de ne û bi bê dûrketin û an jî rewastandin.

YNKê xwedî ronakbîrên mezin wek mamosteyê nemir Îbrahîn Ehmed bû jî

 Nemir Îbrahîm Ehmed sembola ronakbîriya kurd

Nemir Îbrahîm Ehmed sembola ronakbîriya kurd û erkê hemû rewşenbîrekî kurd e ku mqamosteyê nemir Îbrahîm Ehmed ji bîr nekin..
Di her salê de, di roja 8-4- de,  salroja koça dawî ya siyasetvan û rêberê rewşenbîr û Kurdistanî, nemir Îbrahîm Ehmed e.

Nemir Îbrahîm Ehmed Fetah Zada Mistefa, di roja 6-3-1914`an de,li bajarê Siulêmaniyê paytexta Rewşenbîrî hatiye dinê.

Îbrahîm Ehmed yek ji siyasetvan ü rewşenbîr û pisporvanekî pir jîr Zana bû. Nimir di jiyana xwe ya asayî de, hem nivîskar-helbestvan-ronakbîr-siyasetvan - rêberê gel û parêzgrha doza rewa ya gelê kurd bû.

Welatparêz û xemxwerê doza gelê xwe bû. Parêzvan û psradtvanê rastiya dîroka kurd û Kurdistanê bû. Yekemîn kes bû ku bîr li tekoşîn û xebata siyasî ya nûjen bi serpereştiya rewşenbîr û ronakbîran kir.

Herdem dixwast bîra netewî û ramanên nîştimanperwerî di felsefeya Jiyan a rojê ya nivîs û ciwan an de be. Wek ku rêber Apo bi xwe digot; "Mamoste Îbrahîm Ehmed, parêzvanê rastiya rewşenbîrtî ya neteweya kurd e ". Ev tê wê wateyê ku nemir mamoste Îbrahîm Ehmed xwedî kesayetiyeke pir mezin û jêhat û bi bandor bû ye .

Ji ber vê yekê pêwîste her rewşenbîrekî kurd, bi pênûsa xwe, nemir mamoste Îbrahîm Ehmed bi bîr bîne û herdem nêrînên wî biweşînin.

Ez wek rojnamevan û endamê rêveberiya Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê- Herêma Kurfistanê, ji tevahiya nivîskar, rojnamevan, rewşenbîr û ronakbîran daxwaz dikim ku roja koça dawî û ji dayîknûna vî mirov mezin, wek erkekî netewî û rewşenbîrtî bi bîr bînin. Bîranîna kasatiyên wiha mezin û girîng erke li ser mile me giştikan.

Temaşe bikin ku çawa welatên mezin yên cîhanê çawa xwedî li Zana û rewşenbîr û ronakbîrên xwe derkevin. Gelek bi coş û dilgeşî û bi serfirazî kar û xebatên wan bi bîrtînin û mezintir dikin.

Ev ji me jî tê xwest in ku rewşenbîr û ronakbîrên gelê xwe yên her çar aliyên Kurdistanê bi bîr bînin.
Hêjayî gotinê ye Ji bo salvegera koça dawê yê siyasetmedar û ronakbîrê mezin yê gelê Kurdistanê nemir mamoste Îbrahîm Ehmed, di hemû salekê de, xelat ji bo kesayetiyên ku li layîq tên pêşkêşkirin.

Her weha ji wan xelatên ku hatine pêşkêş kirin, careke ji bo rêzdar rêber Apo hatiye pêşkêş kirin û carekê jî ji bo şervanên jin ên berxwedana Kobanê hatiye pêşkêş kirin û îsal jî jib o fermandara operasyona Hêrsa Firatê Rojda Felat hatiye pêşkêş kirin.

Her weha wek tê zanîn kun emir Mamoste Îbrahîm Ehmed di sala 6-3- 1914'an de, li bajarê Silêmaniyê hatiye dinê, siyasetvan û nivîskar û helbestvan û ronakbîrekî mezinî Kurd bû. Yek ji kesên ku Partiya Demokrat a Kurdistanê damezrandiye ye û yek ji damezrênerê Yekîtiya Nîştimanî yê Kurdistanê ye. Diheman demê de, yek ji kesên li berçav yê damezrandina Parlemana Kurdistanê ya Derveyî welat (PKDW) bû, yek ji damezrênerê Kongireya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK)ê Bû. Her weha di sala 8-4-2000`î de, li Londin paytexta Birêtanyayê koça dawî kir.

Nemir Îbrahîm Ehmedî yekem romana bi zaravayê soranî nivîsî û navê wê romanê (Janî Gel)e. Romana wî ji alî Elîşêr ve bi navê (Jana Gel) bi zeravayê kurmancî jî hatiye wergerrandin.
Keça Îbrahîm Ehmedî, xanim Hêro hevjîna serokkomarê Êraqê û sekreterê giştî yê YNK'ê rêzdar  serok Mam Celal Talabanî ye.

Hezar silav û pat li rewana nemir ya pak û şad be.

Em xwezyar in ku rewşenbîrên me nirxên hevdu baş bizanibin û bi taybetî di dema ku ew kesayetiyên berhemdarên çanda resen ya kurdî ku hîn di jiyanê de ne.

Ji ber ku piştî mirina wan, em her çi bibêjin û binivîsên, wek ku ew bi xwe bixwînin û dilgeş bibin nîne. Tiştê herî baş û rêkûpêk ew e ku mirov hewil bide ku di dema ku rewşenbîr û nivîskar û siyasetvan û hunemend û rojnamevan her kesên berhemdar, di dema ew li jiyan e, xelat bikin û wî mezin bikin.

Têbînî; Derengketina nivîsa min di roja 8-4-2017`an de, bi sedema ku ez li Kobanê bû me, derfet nebû ku ez nivîsê biweşîn im, lê piştî ku ez vegeriyam Herêma Kurdistanê, min di roja 1-5-2017`an de, dest pê kir û di PUKmedia`yê de weşand.

Rola YNKê di şoreşa Rojavayê Kurdistanê de..

Rola (Lahur Cangî Talebanî) ji bo piştîvaniya Rojavayê Kurdistanê...?
27/3/2016

Ji bere ku ez yek ji rojnamevanên Rojavayê Kurdistanê yê herî agahdarî helwest û karên wî yên derbarê Rojavayê Kurdistanê de me, ez neçar im van rastiyan ji heval û dost û şopênerên rûpela xwe re û raya giştî yê Kurd û Kurdistanî re aşkire bik im.

Ez ji bo wîjdanê xwe rihet bik im vê xalên li jêrî didim xuyakirin.

Şêx Lahur Şêx Cangî Talebanî ku yek ji xwendekarê zanîngeha serok Mam Celal e, wek Mam Celal soza alîkarî ş piştîvaniya Rojavayê Kurdistanê da bû, Şêx Lahur jî bi hemû hêz û tiwaneya xwe, piştîvaniya şoreşa Rojavayê Kurdistanê kir.

Her weha ligel piraniya sazî û dezgehên dîplomasî û siyasî û leşkerî yên navnetewî, rastiya şoreşa Rojavayê Kurdistanê û berxwedana YPG-YPJ`ê anî ser ziman..

Endezyarê û destpêşxerê sazkirina peywendiya YPGê û Emerîkayê ye..

Endezyarê destpêşxerê pilansaziya parastina destkeftên Rojavayê Kurdistanê li Başûrê Kurdistanê ye.

Endazyar û destpêşxerê endambûna YPG`ê bi fermî di Udaya Operasyonên hêzên Hevpeyamniya Navnetwî li dijî DAIŞê ye.

Endazyarê perwerdekirina hêzên dijî terorê ên Rojavayê Kurdistanê ye.

Piştîvan û piştgir û alîgirê hemû kar û xebat û çalakiyên sivîl û xwepêşandanên ku ji bo Rojavayê Kurdistanê li parêzgeha Silêmaniyê dihatin kirin bû.

Şêx Lahur yek ji serkirdeyên herî dilsoz ji şoreşa Rojavayê Kurdsitanê ye, yên ku di nava hêzên Başûrê Kurdistanê de, ku xemxwerê rewşa aloz û berxwedana Kobanê bû ye.

Şêx Lahur yek ji wan kesên welatparêz û kurdperwerên ku herî zêde, girîngî bi berxwedana Kobaniyê dida û lêkolîn û lêpirsîna çawaniya şandina çek û teqemenî û pêşmerge ji bo Kobanê bişîne bû ye.

Di penalên xwe yên herî girîng de, wek ya li peymangeha stratîjîk a Rojhilata Navîn li Washingtonê ku bi awayekî pir bihêz û bê wêne piştgiriya YPG`ê û şirovekirina rastiya hêza YPG`ê û YPJ`ê li dijî terora DAIŞê aşkire kir.

Kesê ku herî zêde rewşa parastina aramiya xelkê Kobanê dişopand û bi kirdar û piraktîkî bû..

Kesê ku herî zêde, fişar li ser Udaya Operasyonên hevpeymanên navnetewî sikir tako bi lêdana terorîstên DAIŞê re cedî bin bû.

Yek ji kesayetiyên ku xwe kir metirsiya jinavbirina post û asta berpirsyartiya xwe, tenê ji bo şandina çek û teqemenî ji berxwedana Kobanê re.

Kesê ku carê yekê çek û teqemenî ji berxwedanvanên destana Kobanê ya dîrokî re şand her ew bû ye.

Kesê ku ji aliyê gelek kesan û aliyan ve ji bo piştîvaniya Rojavayê Kurdistanê hat rexnekirin her ew bû ye.

Bi nêrîn û dîtina min, gelê kurd li Başûrê Kurdistanê û li aliyên din yên Kurdistanê, pêwîstiya xwe bi kesayetiyên wiha heye tako yekîtiya netewî bihêztir bikin .

Gelek car civînên ligel Amerîkayê di mala xwe de saz dikir tako ti kes û alî agahdarê nebin, ji ber ku di wê demê de, rewş pir aloz bû, her weha peywendiyên YPG`ê ligel hinek aliyên Herêma Kurdistanê ne dihate pejirandin.

Dibe ku hinek vê nivîsê li gor xwe binirxînin û ti nirxê jî nedinê, dibe ku hinek jî bi awayekî ne rewa binirxînin, lê ev ji bo dîrokê ye ku kesayetiyên wek wî, dibe mirov rola wî li ber çavan bigre û cih bide kar û xebat û alîkariyên wê ligel şoreşa Rojavayê Kurdistanê.


Silav û rêz li Serok rewanpakiya Mam Celal û ji xwendekarê zanîngeha wî yê zîrek û jêhatî Şêx Lahur Şêx Cengî re..

Hozan Efrînî

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket