Medya Korya Bakur: El-Esed Dixwaze li Gel Kim Kom Bibe

kurdistani 04:51 PM - 2018-06-03
Medya Korya Bakur: El-Esed Dixwaze li Gel Kim Kom Bibe

Medya Korya Bakur: El-Esed Dixwaze li Gel Kim Kom Bibe

Ajansa nûçeyan a fermî ya Korya Bakur got serokê Sûriyê Beşar el-Esed dixwaze serdana Korya Bakur bike û li gel serok Kim Jong Un kom bibe.

Raporta KCNA ya îro Yekşemê got el-Esed roja 30 Gulanê,dema wergirtina belgeyên balyozê Korya Bakur, ev axaftin kir.

El-Esed gotibû:

“Ezê serdana Komara Demukrat a Gelê Korî bikim û li gel serok Kim Jong Un kom bibim.”

Çi nîşan nînin ku pilaneka wiha lidar e.

Raportê her wiha ji ser zimanê Esed ragihand ku dibêje ew piştrast bû ku dê Kim” dawiyê serkeftinê qezenc ke û Korya bîne ser hev.”

Ev raport tê di demekê de ku kombûna pêşbîn a serokê Amerîka Donald Trump û yê Korya Bakur Kim Jong Un bala medya dikşîne.

PUKmedia-VOA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket