Şandeyeke rêxistinên Rojavayê beşdarî salvegera YNKê kir

kurdistani 07:34 PM - 2018-06-02
Şandeyeke rêxistinên Rojavayê beşdarî salvegera YNKê kir

Şandeyeke rêxistinên Rojavayê beşdarî salvegera YNKê kir

Şandeyeke rêxistinên Rojavayê Kurdistanê jî beşdarî salvegera damezrandina YNKê kir.

Roja înê 1-6-2018`an, li bajarê Silêmaniyêm, Şandeyeke rêxistinên Rojavayê Kurdistanê beşdarî li yada 43`mîn salvegera damezrandina Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê YNKê li girê Dabeşan ser mezarê nemir Mam Celal kir.

Ew şandeya pêkhatibû ji her yek serokê Rêxistina Hawar ya Parastina Zarokên Efrînê Hozan Efrînî, nûnerê Rêxistina Yasna Rojava ya pêşxistina felsefeya Zerdeştî Îsam Sebrî Mihemd, bi navê Hevpeymana Nîştimanî ya Demokrata Sûrî Omer Mistefa Êhmo û serokê Encûmena Penaberên Kurdên Rojava Hecî Efrînî bûn.

Di daxuyaniyekê de, serokê encûmena penaberên kurdên Rojava Hecî Efrînî pîrozbahî li tevahiya kadro û serkirde û alîgirên YNKê kir û roja damezrandina YNKê pir bilind nirxand ku rojeke dîrokî bû ji bo pêşeroj û ayendeya gelê kurd û Kurdistanê.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket