Li Yemenê şer: 19 leşker hatin kuştin

kurdistani 09:33 AM - 2018-06-02
Li Yemenê şer: 19 leşker hatin kuştin

Li Yemenê şer: 19 leşker hatin kuştin

Di şerê navbera hêzên artêşê û Hûsiyan a li derdora bajarê El-Hûdeyde yê Yemenê de, 19 leşker hatin kuştin.

Serokwezîrê Yemenê Ahmed Bîn Dagr, pêr ragihandibû ku bajarê El-Hûdeyde yê ku yek ji bajarên herî girîng ên peravê yên welat e, bi rizgarkirina ji destê Hûsiyan wê serketinekî mezin bi xwe re bîne.
Dagr, diyar kiribû ku piştî rizgarkirina Hûdeyde ya ji sala 2014’an ve di bin kontrola Hûsiyan de ye û şûnde wê operasyonan li paytext Sana, Taîz, Îbb, Mahvît û herêmên din bidin dewamkirin.
Hûsî, ji Îlona 2014’an û vir ve paytext Sana û hinek herêm kiribûn bin kontrola xwe de.

Li Yemenê nêzî 3 sal in di navbera hêzên hikûmetê ya ku ji aliyê hêzên koalîsyona di pêşengtiya Siûdî Erebîstan ve tê destekkirin û Hûsiyên ku Îran piştgirî dike de şer bi dijwarî dom dikin.

PUKmedia/Ajansan

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket