Silêmanî: Semînarek li ser rewşa Efrîn ê hate lidar xistin

kurdistani 09:13 AM - 2018-06-01
Silêmanî: Semînarek ji bo axaftinê li ser rewşa Efrîn ê hate lidarxistin

Silêmanî: Semînarek ji bo axaftinê li ser rewşa Efrîn ê hate lidarxistin

Li bajarê Silêmaniyê, semînarek derbarê guhertina demografîk û rewşa zerdeştî û Êzîdiyên li Efrînê hate lidar xistin.

Di roja Pêncşemê 31-5-2018`an de, Navenda Zerdeştiyên Kurdistanê, li bajarê Silêmanî ya Herêma Kurdistanê, ji bo axaftin û şirovekirina  li ser rewşa heyî ya Efrîn ê û birêvebirina siyasta bi erebkirin û guhertina demografîk û binpêkirina yasayên navneteweyî ên ji bo parastina mafên mirovan, semînarek ji bo nûnerê Hevpeymana Nîştimanî ya Demokratîk a Sûrî rojnamevan Hozan Efrînî li darxist.

Semînar bi rawestandina xuleke bêdeng ji bo rêzgirtin ji rewanpakiya pakrewanpên kurd û Kurdistan û taybet ên berxwedana Efrînê, dest pê kir, piştre Nûnerê Hevpeymaniya Niştimanî Demokratî Sûrî li Herêma Kurdistanê rojnamevan Hozan Efrînî dest bi naveroka babata xwe ya li ser kiryar û guhartina demografka ku bi piştîvaniya Tirkiyê û Rûsiyayê ji aliyê çekdarên ser opoziayona Sûrî ve li Efrînê pêktînin, bi awayekî berfereh û zelal şirove kir.

Efrînî di axiftinên xwe de, helwesta Rûsiyayê li hemberî Efrînê bi tundî şermezar kir ku rê da bi Tirkiyê û komên çekdarên Sûrî ku Herêma Efrînê dagîr bikin û dest bi guhertina demografîk bikin û bikaranîna siyaseta bi erebkirin û derxistina kurdan ji malên wan û nîştecihkirina xelkên Gotayê ku bi dara zorê ji Gota û Domayê derxistine û anîna Efrînê wek karekî pir dij bi maf û azadiyên mirovan nirxand û sedema dagîrkirina Efrînê ji aliyê Tirkiyê ve, girêda bi ew rêkeftina ku di kongireya Stanayê de pêkhatiye û di warê kirdarî de li Efrînê bi cihkirin.

Hozan Efrînî da zanîn ku Tirkiyê bi piştîvaniya Rûsiyayê, rê dide bi çekdarên opozisyona Sûrî û li Efrînê, tevilheviyên bê sînor û bê wêne dikin û heya niha hejmareke mezin ji welatiyên sivîl ên Efrînê ji aliyê komên çekdar ve hatine revandin û bê serûşûnin, em wê siyaseta pûç û nerewa bi tundî şermezar dikin, ji ber ku kiryarên çeteyên Sûrî ku bi derheqê sivilan bikartînin, hemû reftaran û yasayan derbas dikin û bin pêkirina maf û azadiyên mirovane li gor yasayên mafên mirovan û Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan ji aliye Neteweyên Yekbûyî di 10'ê berfanbara 1948'an de hate pejirandin. Ev danezan bû belgeyeke bingehîn ji bo tekoşîna mafên mirovan di hemû cîhan da, lê mixabin îro li Efrînê ev binpêkirin li ber çavîn tevahiya welatên ku mor û îmze li ser wê Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan kirine, ji xwe re wek temaşevan mane.

Her weha di berdewambûna semînarê de, Hozan Efrînî rewşa zerdeştî û Êzîdiyên li Efrînê ya dema berê şû niha nirxand ku ew fişarên ku ji aliyê komên çekdar ên ser bi opozisyona Sûrî ve li dijî Zerdeştî û Êzîdiyên li gundawrên Efrînê têne kirin û bi taybetî ew kiryara ku li dijî mezara gundê Feqîran ku pêkhatiye û gorên Êzîdî û zerdeştiyan derxistine bi awayekî berfereh zelal kir û bi tundî şermezar kir.

Di heyama axaftinê de Efrînî ji Civaka Navnetewî daxwez kir ku bêdengiya xwe li hemberê dagîrkiorina Efrîn û guhertina demografîk û anîna erebên Gota û Doma û Domêr ji derdora Şamê bişkînin û helwesta xwe nîşan bidin û xwedî lêi bendên Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan derkevin û bi riya Neteweyên Yekbûyê û Rêxistinên Mafên Mirovan û Encûmena Ewlehiya navnetweyî û gelê Efrîn ê ji vê tengahiyê û astengiyê derxin û rizgar bikin.

Her weha jî Serokê Encûmana Penaberên Rojavayê Kurdistanê yê li Herêmê Kurdistanê Hecî Efrînî bal kişand ser rewşa koçberên Efrîn ê yên li kampa Şehbayê û zehmetiyên ku têre derbas dibin kir û bang li hemû Rêxistinên Mirovahî û Civaka Navnetewî kir ku alîkariya koçberan bikin,  bi taybet di meha Remezanê de ji ber ku germahî zêde bûye û pêwîstiyên rojane jî kêm in . Hecî Efrînî rexne li alî û partiyên Kurdistanî kir ku li hember Tirkiyê dest nakin yek ji ber ku êrîşa li ser Efrîn ê êrîşa li ser nasname û dîroka Kurda ye.
Di encama semînarê de belgefîmek li ser Efrîn ê û dîrok û kevnarên wê nîşan dan.

PUKmedia taybet

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket