Meclîsa Jinên Sûriyê: Li Efrîn 119 jin hatine revandin

kurdistani 05:27 PM - 2018-05-30
Meclîsa Jinên Sûriyê: Li Efrîn 119 jin hatine revandin

Meclîsa Jinên Sûriyê: Li Efrîn 119 jin hatine revandin

Meclîsa Jinên Sûriyê derbarê destdirêjiyên dagirkeriya Tirkiyê û hevkarên wê li Efrînê de daxuyaniyek da. Meclîsê di daxuyaniya xwe de binpêkirinên dewleta Tirk û çeteyên wê belge kirine rêz kirin û got ku li Efrînê 119 jin hatine revandin, her wiha 6 hezar malbatên çeteyan li Efrînê hatine bicihkirin. Meclîsa Jinên Sûriyê bang li rêxistinên navnetewî kir ku welatiyên Efrînê ku dagirkeran bi darê zorê derxistine vegerînin warên wan û rê li pêşiya guhertina demografîk bigire.
Kiryarên ku dagirkeriya Tirkiyeyê û hevkarên wê li Efrînê kirine ev in:

1-      Zordariya etnîkî

2-      Pêkanîna komkujiyan

3-      Destdirêjiya li mafên jinan

4-      Kuştin û destdirêjiya li cenazeyên şehîd û dîlan

5-      Darizandinên derqanûnî

6-      Talan û desteserkirin

7-      Şewitandina pirtûk û belgeyên şûnwar û dîrokî

8-      Hilweşandin û teqandina perestgehan

9-      Revandina sivîlan, îşkence û kuştina sivîlan

10-   Revandina zarokan

11-   Topbarankirina goristanan da ku cenazeyên miriyan winda bikin

12-   Topbarankirina navneda Heyva Sor û nexweşxaneya Avrîn

13-   Tobarankirina bendava Meydankê û navendên kehrebe û belavkirina ava vexwarinê

14-   Topbarankirina aş û firneyan

15-   Bikaranîna çekên qedexekirî

16-   Topbarankirina karwanên sivîlan û bikaranîna sivîlan weke mertalên zindî

Di derbarê destdirêjiyên Tirkiyeyê li hemberî biryar û pîvanên navnetewî de hin ji wan ev in:

1- Biryarên belgeya Netewên Yekbûyî /2131/ ya di çileya 1965'an de derketiye, biryarên /9,39,103/ yên di çileya 1981'an de derketine, binpê kirin ku evan biryar dibêjin ku çênabe dewleteke destwerdana dewletên cîranên xwe bike û divê serwerî û serxwebûna wan bête parastin.

2- Biryara /2625/ ya cotmeha 1970'yî ya belgeya Netewên Yekbûyî binpê kirin. Di vê biryarê de tê gotin ku divê rêgez û qanûnên navnetewî yên girêdayî têkliyên baş bêne pêkanîn û hevkariya di navbera dewletan de baş pêk were.

3- Biryara /2734/ ya kanûna 1970'yî ya belgeya Netewên Yekbûyî binpê kirin. Li gorî vê biryarê dive ewlehiya navnetewî were misogerkirin û bi temamî sûd ji rêbazên li gorî belgeyê were girtin, nemaze di aloziyan de da ku aştî û ewlehiya navnetewî li hemberî metirsiyan rû bi rû nemînin.

4- Biryar /3314/ ya sala 1974'an a belgeya Netewên Yekbûyî binpê kirin. Di madeya yekemîn a vê biryarê de tê gotin ku bikaranîna hêza çekdar ji aliyê dewletekê li dijî serweriya dewleteke din an li dijî aştiya wê ya herêmî, dagirkerî tê binavkirin.

5- Biryara /2347/ ya Konseya Ewlehiyê binpê kirin. Li gorî vê biryarê destdirêjiya li cihên şûnwaran, sûcekî şer e.

6- Hevpeymana Lahay ya sala 1954'an binpê kirin. Li gorî vê hevpeymanê pêwîst e çand û şûnwar di hemû şer û aloziyan de bêne parastin û divê di şerên çekdar de milkiyeta çandî were rêzgirtin û parastin û dijberiyek li hemberî wê neyê neşandin.

7- Qanûna /51/ a belgeya Netewên Yekbûyî binpê kirin. Ew e ku nîşaneke metirsiya li dijî ewlehiya netewî ya Tirkiyeyê tune ye, bi vê yekê dagirkeriya Tirkiyeyê û hincetên wê ya xweparastinê riswa dike.

8- Madeya  /17/ a belgeya Broksêl binpê kirin. Li gorî vê belgeyê, eger bajarek an gundekî ku xweparastina xwe dike were topbarankirin, divê hemû tedbîrên pêwîst bêne girtin da ku cihên îbadet, huner û zanistî bêne parastin.

9- Protokola yekemîn a sala 1977'an a Konseya Ewlehiya Navnetewî binpê kirin. Li gorî vê protokolê, divê rêzdariya li hemberî zarokan taybet be û ji hemû rengên destdirêjiyê bêne parastin. Her wiha divê aliyên şer parastin û alîkariya wan bikin.

10- Madeya /43/ ji protokola duyemîn a sala 1977'an a Konseya Ewlehiya Navnetewî binpê kirin. Li gorî vê protokolê divê xwedî li zarokan derbikevin û parastina wan bêne kirin.

11- Qanûna Navnetewî ya di sala 1989'an de derketiya binpê kirin. Li gorî vê qanûnê, çênabe komên çekdar zarokên temenên wan di bin 18 salan re ne bi kar bînin.

12- Madeya /53/ ya pêveka protokola yekemîn a sala 1977'an a Konseya Ewlehiya Navnetewî binpê kirin. Li gorî vê pêvekê çalakiyên di demên şerên çekdar de yên hatine qedexekirin ev in:

Armancgirtina şûnwarên dîrokî yan xebatên hunerî yan cihên îbadetê ku kevneşopiya çandî yan rohî ya gelan pêk tînin, bi van rêbazan:

a-      Xebatên dijberî

b-      Bikaranîna van deveran ji bo alîkariya çalakiyên şer

c-       Êrîşên li dijî van cihan da ku êrîşên dijber bêne rawestand

13- Madeya /16/ ya pêveka protokola duyemîn a sala 1977'an a Konseya Ewlehiya Navnetewî binpê kirin. Li gorî vê pêvekê, xebatên dijber li dijî şûnwarên dîrokî, xebatên hunerî û perestgehan qedexe ye.

14- Madeya /15/ ya p,veka protokola duyemîn a hevpeymana Cenêvê ya sala 1949'an binpê kirin. Li gorî vê pêvekê, li navend û avahiyên mezin ên weke bendav, pire, navendên nuklerî yên enerjiya kehrebeyê şer û pevçûn qedexe ne, her çiqas armancên leşkerî bin jî.

15- Tişta ku di sîstema Roma ya mirovahiyê ya ji bo dadgeha sûcdariya navnetewî de hatiye kirin, binpê kirine, dûrxistina sivîlan an derxistina wan bi darê zorê di çarçoveya êrîşeke berfireh de sûcekî dijmirovahiyê ye.

16 – Madeya 49 a hevpeyaman Cenêvê ya çaremîn a sala 1949'an ku veguhestina bi dare zorê ya komeke welatiyan yan kesan an dûrxistina wan ji axa wan qedexekiriye, binpê kirin. Tenê eger ev mijar di berjewendiya wan de be, da ku ji şerên çekdar bêne dûrxistin.

17- Biryara /2401/ ya Konseya Ewlehiya Navnetewî binpê kirin. Endamên Konseya Ewlehiya Navnetwî di 24'ê Sibata 2018'an de biryara abirbestê li Sûriyeyê pesend kirin û ji hemû aliyan wiha hate xwestin: "Divê hemû xebatên dijber bêne rawestandin û tavilê herî kêm 30 rojan li pey hevûdu li seranserî Sûriyeyê pêk bînin." Her wiha ji endaman xwest ku xwedî li madeya /25/ ya belgeya Netewên Yekbûyî derbikevin û biryarên konseyê erê bikin û pêk bînin. Vê biryarê êrîşên li dijî DAIŞ, El-Qaîdê û Cebhet El-Nusra û komên terorîst ên girêdayî wan negirt nava xwe.

Piştî ku destdirêjî û kiryarên ku dagirkeran di derheqê gelê Sûriyeyê li bajarê Efrînê de pêk anîne hatin pêşandan, bê guman eşkere dibe ku evan kiryarên wan sûcên şer in û li dijî mirovahiyê ne. Evan destdirêjiyên dagirkeran li dijî mafên mirovan metirsîdar in. Hêzên Tirkiyeyê bi zanebûn bajarê Efrînê û gundên wê topbaran kirin û rasterast malên sivîlan topbaran kirin û gelek komkujî di derheqê welatiyên sivîl de pêk anîn. Di encama van komkujiyên dagirkeran de li gorî serjimariyên berdest 259 welatiyên sivîl şehîd bûne û di nava wan de 56 jin û 46 zarok hene.

Her wiha 707 welatiyên sivîl birîndar bûne û di nava wan de 104 jin û 155 zarok hene. Her wiha bêtirî 200 hezar welatî ji Efrînê hatin koçberkirin û niha di kampên Berxwedan û Serdem de li herêma Şehba hatine bicihkirin. Rewşa welatiyên Efrînê li van kampan ji ber paşguhkirina rêxistinên mirovahiyê xirab e û madeyên xwarin û dermanan gelekî kêm in.

Em weke Meclîsa Jinên Sûriyeyê vê dagirkeriyê bi tundî şermezar dikin û weke xebateke derqanûnî li dijî rêgezên Netewên Yekbûyî û qanûnên navnetewî û qanûnên mirovahiyê bi nav dikin û banga me ev e:

1) Em bang li rêxistin, deste û civaka navnetewî dikin ku ji vê bêdengiya xwe derbikevin û berpirsyariya xwe li hemberî gelê Sûriyeyê pêk bînin û Receb Tayîp Erdogan ji ber sûc û destdirêjiyên ku wî li dijî hevpeyman û pîvanên navnetewî pêk anîne ceza bikin û weke sûcdarekî şer radestî dadgehê bikin û dewletên ku destên wan di vê dagirkeriya li Sûriyeyê de hene û rê li pêşiya dagirkirinê vekirine ceza bikin.

2) Metirsiyên ji ber dagirkeriya Tirkiyeyê li Efrînê û encamên çalakiyên wê yên leşkerî bêne riswakirin, nemaze destdirêjiyên li dijî welatiyên sivîl û koçberkirina wan.

3) Divê rêxistinên hiqûqî û sivîl ên Sûriyeyê hevkariya hevûdu bikin da ku evan sûcên li dijî mirovahiyê yên hêzên Tirkiyeyê li Efrînê û gundewarê wê bêne belgekirin, da ku dosyeke qanûnî were amadekirin û bi riya wê sûcdar bêne cezakirin, çi sûcdarên Tirk û çi jî yên Sûriyeyê ku hevkariya wan kirin. Nemaze ji ber ku hin destdirêjî li dijî mirovahiyê ne û pêdiviya wan bi hewalekirina sûcdaran a dadgeha sûcdariyê ya navnetewî heye.

4) Divê welatiyên sivîl ên ji ber şer û pevçûnan ji herêma Efrînê derketine bêne vegerandin û hemû astengiyên li pêşiya vegera wan bêne rakirin û parastina wan ji destdirêjiyan û desteserkirina mal û milkên wan bête misogerkirin û hemû mayînên ku çandine bêne rakirin. Di encamê de da ku welatiyên Efrînê di aliyên aborî û civakî de karibin rêveberiya xwe bi xwe bikin.

5) Divê Deste û Saziyên navnetewî yên têkldar pêdiviyên jiyanî, aborî û mirovahî ji bajarê Efrînê û gundên wê û welatiyên wê yên hatine koçberkirin re peyda bikin.

6) Xebatên gel û hiqûqî ji hemû aliyê hemû pêkhateyên resen ên Efrînê ji bo rêgirtina li pêşiya metirsiyan were meşandin, nemaze ji ber kiryarên dagirkeran ên nijadperest ku bi darê zorê welatî koçber kirin û hewl dide qirkirineke etnîkî pêk bîne. Her wiha rê li pêşiya hemû siyasetên guhertina demografîk were girtin ku di encamê de bingeha aştiya navxweyî û jiyana hevbeş têk diçe."

PUKmedia-ANHA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket