Tirkiyê destur nade ku xelkên Efrîn ê vegerin malên xwe

kurdistani 10:55 AM - 2018-05-30
Tirkiyê destur nade ku xelkên Efrîn ê vegerin malên xwe

Tirkiyê destur nade ku xelkên Efrîn ê vegerin malên xwe

Rewengeha Sûrî ya Mafên Mirovan tekez kir ku êş û xemên xelkên Efrîn ê berdewam in,dest nîşan jî kir ku artêşa Tirk û çeteyên wê destur nadin ku koçberên Efrîn ê vegerin gund û malên xwe.

Her weha Rewengahê di belavokekê de ragihand ku xem û qisawetên xelkên Efrîn ê roj ji roj zêdetir dibin û li ser zimanê kesên ku vegeriyane Efrîn ê da zanîn ku artêşa Tirk û çeteyên wê ve kiryarên xwe û dizîn û girtin û revandina sivîlan dewam dike lê hin zêdetir jî dike. welatiyên ku di nev erdên xwe de tişt çandina divê ku pere bidin û eger nedan berhemêb wan dişewtînin.

Ji ber girtina sivîlan ji aliyê Tirkan de di nav xelkên ku dixwezin vegerin de metirsê çêbûye lê ew neçarin ku vegerin nav mal û milkên xwe ji ber ku eger venegerin hemû tiştên wan tên dagîrkirin.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket