Yomnan: Îbrahîm Muslim; Ti kes şehîd nebû ye

kurdistani 01:53 PM - 2018-05-28
dema girtina polîsê yonan tawanbarên ereb

dema girtina polîsê yonan tawanbarên ereb

Dr. Îbrahîm Muslim ji Yonanê bi PUKmediayê re axifî û got; Ti kes şehîd nebû ye, lê birîndar hene.

Di barê rewşa penaberên kurd ên ku ji aliyê erebên Dêrezûrê ve hatine lêdan  de, nûnerê PYDê li Yonanê Îbrahîm Muslim di wê barê de, ji bo PUKmedia`yê ragihand ku ew şer û pevçûnên ku li kompa Mitilînê ya Yonanê pêkhatiye, ti peywendiyên xwe bi mijara ol û neteweyan re nîne.

Muslimdazanîn ku hikûmeta Yonanê kesê peywendîdar û tawanbar destgîrkir û niha jî bi dû 4 tawanbarên dîn ketine tako wan jî bigrin û radestî dadweriyê bikin.

Tekez kir ku nûneretiya wan li ser wê mijarê bi hevrêziya li gel hikûmeta Yonanê di tevgerê de ye tako ew rewş bê rawesdtandin û aram bibe, lê mixabin hinek ajansên kurdî û kenalan ew mijar bi awayekî din dane weaşndin û nasandin ku  ew buyer metirsîdar e ku bi awayekîç fîtine an jî nejatperestî were bikaranîn wek ku hinekan xwestin wê fîtinê di navbera kurd-ereb û muslimanan de gerim bikin.

Dr. Îbrahîm Muslim aşkire kir ku wezareta derva ya Yonanê spasiya helwest û erkên nûneretiya PYDê li Yonanê kir ku rê neda bi wê buyerê mezin bibe û bibe sedema aloziyeke mezin di navber penaberên kurd û ereban de, xwest ku ragiahndina kurdî bi taybet dûr bikeve ji wan nûçeyên ne rast.

PUKmedia-Macid Hebîdî

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket