Li Almanyayê jî behiya Heval Adil Murad


28/5/2018 13:09:00
Çapkirin
      Li Almanyayê jî behiya Heval Adil Murad

Li Almanyayê jî behiya serkirde û endamê damezrênerê YNKê Heval Adil Murad birêve çû.
Komîteya rêxistinên YNKê li bajarê Firankfortê ya Almanyayê, dest bi vekirina behî û serxweşiya endamê desteya damezrêner ê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê heval Adil Murad kir.

Di wê merasîmê de, heval û endam û alîgirên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê û şaxek ji pêşmergên dêrîn û nûneretiya Hikûmeta Herêma Kurditanê û kesayetiyên siyasî û civakî jî amadebibûn.

Her weha hemû aliyan xemgîniyên xwe derbarê koça dawî ya endamê desteya damezrêner yê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê û sekreterê giştî Encûmena Navend ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê nemir heval Adil Murad anîn ser ziman û xembariya xwe bi malbata nemir e dupat kirin û koça dawî heval Adil Murad di vê qonaxa hestyar de, bi ziyaneke mezin ji bo gelê kurd û Kurdistanê û tevahiya Êraqê jî nirxandin

PUKmedia


 

3 dostên gelê kurd hatin xelatkirin


3 dostên gelê kurd ji aliyê KXDK ve hatin xelatkirin.

Li Siwîsrayê nivîskar û ragihandvanên Êraqî ku wek dostên gelê ...


»   Kurdek namzetê şardariyên Almanyayê ye
»  Semînarek ji Bêşikcî re hat li dar xistin
 

Roja Rojnamegeriya Cîhanî ya Azad


Roja Rojnamegeriya Cîhanî ya Azad li hemû rojnamevanan û hevkaran pîroz be.

Di serî de, bi helkevta Roja Rojnamegeriya Azad a navneteweyî, ez te...


»  Eger em dîroka berê nexwînin emê tiştekî nasnekin
»   Efrînî û vejandina jiyanê...

Karîkator