6 leşkerên Siûdî li ser sînorê Yemenê hatin kuştin

kurdistani 10:37 AM - 2018-05-27
6 leşkerên Siûdî li ser sînorê Yemenê hatin kuştin

6 leşkerên Siûdî li ser sînorê Yemenê hatin kuştin

Aloziya navbera Yemenê û Erebistana Siûdî dewam dike. Hate ragihandin ku 6 leşkerên Siûdî hatine kuştin.

Li gorî nûçeyên medya Erebistana Siûdî, li ser sînorê Yemenê li herêma Cazanê 2, li Necranê 1, li Hûrresê 1 û li herêmeke din ku navê wê nehate eşkerekirin 2 leşker hatine kuştin.

Agahî nehate dayin bê 6 leşkerên Siûdî bi êrîşeke çawa hatine kuştin.

Hêzên koalîsyonê yên bi pêşengiya Erebîstana Siûdî, ji 26'ê Adara 2015'an û vir ve li dijî Hûsiyên ku hewl didin rêveberiya Yemenê bi dest bixin operasyonê dikin.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket