Ji bo Raya Giştî ya Cîhan ê
kurdistani 12:12 PM - 2018-05-26Ji bo Raya Giştî ya Cîhan ê
Piştî berxwedaniya 56 rojan a Gelê Efrînê û Hêzên xwe yên leşkerî ku ji dêvla hemû cîhanê şerê terorê û Daîş'ê kiriye li hemberî amûra şer a Dewleta Tirkiyê ya faşîst û komên terorîst ên pê ve girêdayî sekiniye, ta ku ev berxwedanî bû mînak ji hemû azadîxwaz û demokrasîxwazên dunyayê.
Ji roja yekemîn ve hemû hêzên demokrat li her aliyên cîhanê ji bo piştgiriya berxwedaniya me rabûn ser piyan, bûn vedenga Berxwedaniya Efrînê û xwestin bêdengiya navdewletî li beramberî binpêkirina hiqûqî û sûcên Dewleta Tirk bişkînin. Lê mixabin hemû navendên biryarê ji bo parastina berjewendiyên xwe guhên xwe ker kirin û çavên xwe girtin ew jî bi îtîfaqeke navdewletî û herêmî li dijî vîna azad a gelan bû. Piştî wê, em neçar man ku hemû sivîlan ji Efrînê derxînin û dawî li komkujiyên wehşî yên li ser gelê me yê aştîxwaz bînin. Berxwedaniya me pistî derketina gel kete qonaxeke nû û em bi îsrarin ku vê berxwedaniyê ranewestînin û nehêlin ku îrada gelê me were şikandin.
Em di vê çarçoveyê de spasiya hevgirtin û piştgiriya we dikin ku hûn xeteriya kiryarên hov yên hikûmeta Erdoxan û çeteyen terorîst ji talan, kuştin, revandin û zordariya li ser sivîlan û di milekî din de jî çespandina guhertina demografîk û ferzkirina dagirkeriya Herêma Efrîn û deverên din wek Cerablus, Bab û Îdlib dibînin. Siyasetên tirk-kirinê dimeşîne û serweriya Dewleta Sûriyê binpê dike, ev hemû jî li dijî zagon û mîsaqên navnetewî ne. Destkeftiyên kurdan li her derê hedef digre, delîlê wê jî dagirkeriya li Başûrê Kurdistanê û komkujiyên li Bakur e. Dîsa biryara dij-qanûnî ya lidarxistina hilbijartinên pêşwext tenê ji bo firehkirina dîktatoriya xwe û dirêjkirina temenê desthilatdariyê ye. Ji bo wê jî em bang li hemû Kurdistanî û hêzên demokratîk ên Tirkiyê dikin ku raya xwe nedin Erdoxanê dîktator û herêmê ji teror û faşîzmê xilas bikin.
Bi navê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û hemû saziyên wê em çalakiyên we yên demokratîk û aştiyane silav dikin ku Roja Efrînê Ya Cîhanî roja 26'ê Gulana 2018'an bibe roja bidawîkirina sîstemên faşîst û dîktator, bibe roja şikandina terorê û pêkanîna demokrasiyê. Ger hesab ji sûcên Erdoxan yê ku terorê xwedî dike neyê xwestin, wê bêdengî li beramberî van kiryaran hemû mirovahiyê tehdîd bike.
Di vê rojê de em bang li hemû rêxistinên mafên mirovan dikin ku bi erk û berpirsyariyên xwe rabin û sûcên Dewleta Tirk rawestînin û komîteyên şopandina rastiyan bişînin ser xaka Efrînê ku biryarên pêwîst di debarê sûcdaran de bistînin û siyasetên guhertina demografîk li Efrînê û hemû deverên din ên Sûriyê bidin sekinandin, ji ber ku li gorî mîsaqên navnetewî ev sûcekî li hember mafên mirvan e, û fîtneyan di navbera pêkhateyên Gelê Sûriyê zêde dike û yekbûna erdnîgariya Sûriyê parçe dike.
Em bang li Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Ewropî û Meclisa Ewlekariyê dikin
PUKmedia
hewal ziyatr
-
Talebanî : Bi siyaseta Deste Gul a Mam têkoşînê bidomînin
10:42 PM - 2024-04-26 -
Dahata Silêmanî ya heftane zêdetirî 20 milyar e
11:15 AM - 2024-04-26 -
Şalaw Kosret Resûl: Divê xizmeta herî baş bê pêşkêşkirin
09:56 PM - 2024-04-25 -
Komisyonê berdewambûna amadekariyên bo hilbijartinan piştrast dike
01:41 PM - 2024-04-25
zêdetir tamaşe bike
Divê derbarê êrîşa firokeyên bê firokevan de lêkolînek berfireh bê kirin
10:21 PM - 2024-04-26
Serok Bafil: Xwendevan rihê vê civakê ne
07:57 PM - 2024-04-26
Zêdetirî 107 hezar dengder dê kartên biyometrîk werbigirin
11:10 AM - 2024-04-26
Hewlêr û Bexda di tomarkirina binpêkirinan de di pêş de ye
09:14 PM - 2024-04-24
zortrin xwendraw
-
Zêdetirî 107 hezar dengder dê kartên biyometrîk werbigirin
Kurdistan 11:10 AM - 2024-04-26 -
Serok Bafil: Xwendevan rihê vê civakê ne
Kurdistan 07:57 PM - 2024-04-26 -
Dahata Silêmanî ya heftane zêdetirî 20 milyar e
Kurdistan 11:15 AM - 2024-04-26 -
Li ser êrîşa firokeyên bê firokevan lêkolînek despê kir
Kurdistan 10:31 PM - 2024-04-26 -
Divê derbarê êrîşa firokeyên bê firokevan de lêkolînek berfireh bê kirin
Kurdistan 10:21 PM - 2024-04-26 -
Talebanî : Bi siyaseta Deste Gul a Mam têkoşînê bidomînin
Kurdistan 10:42 PM - 2024-04-26