Şandeya YNKê vedigere Silêmanî

kurdistani 11:51 AM - 2018-05-25
Şandeya YNKê vegeriya Silêmanî

Şandeya YNKê vegeriya Silêmanî

Şandeya YNKê piştî pêkanîna karên xwe, îro vedigere bajarê Silêmanî.

Piştî şendîn dîdar û çavpêketinên girîng û berfereh li gel aliyên siyasî ên Êraqî li bajarê Bexdadê, biryar we ye ku îro roja şemiyê 25-5-2018`an demjimêr 12 bi dema Herêma Kurdistanê, bi riya firokexaneya navneteweyî Silêmanî, şandeya YNKê vegere bo Silêmaniyê.

Wek tê zanîn ku roja çarşemê 24-5-2018`an, şandeyeke taybet ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdsitanê ji bo gotûbêjkirin li ser çawaniya pêkanîna huikûmeta dahatoya Êraqê serdana bajarê Bexdadê kiribûn.

Her weha ew şandeya bi serokatiya berpirsê desteya kargêrî ya politburoya YNKê Mela Bextiyar û ligel endamên politburoya YNKê Rizgar Elî û Sedî Ehmed Pîra û Xalid Şiwanî û Firyad Rawendozî û Sedon Feylî ye. Ew şandeya li gel Moqtede Sedir û Hadî Amirî û Heyder Abadî û Amar Hekîm û Nurî Malikî û Usama Nuceyfî û aliyên din ên siyasî li Êraqê hevdîtin kiribûn û derbarê çawaniya pêkanîna hikûmeta nû gotûbêj bikin.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket