Bêhtir ji 400 malbatên Efrînê vegeriyan Efrînê

kurdistani 12:00 PM - 2018-05-23
Bêhtir ji 400 malbatên Efrînê vegeriyan Efrînê

Bêhtir ji 400 malbatên Efrînê vegeriyan Efrînê

Li gorî jêdereke agahdar li Efrînê ku roja yekşem û duşemê ango 20-21-5-2018`an, bêhtir ji 400 malbatên Efrînê ji Nubilê vegeriyan Efrînê, serbarî rêgirtina komên çekdar ên ser bi opoziayona Sûrî, gelê Efrînê xwe lêxistin û derbasî nava gundwarên Efrînê kirin.

Jêdera agahdar aşkire kir ew 400 malbat beşek ji wan gihîştin gundên xwe lê hîn jî malên wan radestî wan nehatine kirin û hinek jî hîn li nava bajarê Efrînê de ne û hinek jî li bajarê Cindirêsê de ne, ew li benda demeke guncawin tako derbasî bo nava malên xwe bibin.

Lê ew jêder dibêje ku fişar ji aliyê komên çekdar ve li ser wan heye û naxwazin wan vegerînin malên wan, ji ber ku malbatên çekdarên Gota û derdorê Şamê tê dene.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket