Şandeya YNKê li gel serokkomar civiya

kurdistani 09:58 AM - 2018-05-23
Şandeya YNKê li gel serokkomar civiya

Şandeya YNKê li gel serokkomar civiya

Şandeya YNKê li gel serokkmoar Dr. Fuad Masûm civiya û gotûbêj li ser çawaniya pêkanîna hikûmeta nû ya Êraqê.

Di destpêka hevdîtinên xwe de, li ser rewşa hilbiojartinan û çawaniya yekrêziya aliyên kurdî li Bexdadê û çawasniya pêkanîna hikûmeta dahato ya Êraqê gotûbêj kirin.

Her weha îro roja çarşemê 24-5-2018`an, şandeyeke taybet ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdsitanê ji bo gotûbêjkirin li ser çawaniya pêkanîna huikûmeta dahatoya Êraqê gihîşte bajarê Bexdadê.

Her weha ew şandeya bi serokatiya berpirsê desteya kargêrî ya politburoya YNKê Mela Bextiyar û ligel endamên politburoya YNKê Rizgar Elî û Sedî Ehmed Pîra û Xalid Şiwanî û Firyad Rawendozî û Sedon Feylî ye.

Hêjayî gotinê ye ku jêdereke agahdar ji PUKmediayê re hate ragihandin ku wê ew şandeya li gel Moqtede Sedir û Hadî Amirî û Heyder Abadî û Amar Hekîm û Nurî Malikî û Usama Nuceyfî û aliyên din ên siyasî li Êraqê bicivin û derbarê çawaniya pêkanîna hikûmeta nû gotûbêj bikin

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket