Amerîka Toleyên Nû li Dijî Venezuela Radigihîne

kurdistani 07:50 PM - 2018-05-22
  Amerîka Toleyên Nû li Dijî Venezuela Radigihîne

Amerîka Toleyên Nû li Dijî Venezuela Radigihîne

Amerîka roja Duşemê toleyên nû yên aborî li dijî Venezuela ragihand, piştî ku serokê wî welatî Nicolas Maduro careke din hate hilbijartin.

Amerîka nerazîbûna xwe li ser jinûve hilbijartina Maduro zelal kir û hilbijartin wek “derewîn û nê meşru” bi nav kir.

Serkê Amerîka Donald Trump fermaneke qanûndêr (executive order) îmza kir û hemî kirîn, firotna neftê bi Venezuela, ku yek jî welatên serekî ya firotina neftê ye, qedexe kir.

Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo jî jinûve hilbijartina Maduro wek êrîşeke ser nîzama destûrî û biçûkxistina demokrasîya Venezuela bi nav kir.

“Heta ku Maduro bi rêka hilbijartinên azad, rêwa û şefaf, Venezuela careke din tîne ser rêbaza demokrasî, ew welat dê di nav civata navnetewî de tenê bimîne.”

Pompeo dîyar kir ku Amerîka, ligel dewletên din yên demokrasîxwaz, piştgirîya gelê Venezuela dike û hemî gavên pêdivî davêje ku demokrasî careke din li wî welatî bi cîh bibe.

PUKmedia-VOA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket