Sêyemîn Pêşengeha Hunera Şêwekariyê hate vekirin

kurdistani 07:27 PM - 2018-05-21
 Sêyemîn Pêşengeha Hunera Şêwekariyê hate vekirin

Sêyemîn Pêşengeha Hunera Şêwekariyê hate vekirin

Sêyemîn Pêşengeha Rojava a Hunera Şêwekariyê ya di bin diruşmeya " Hunera gelan dengê berxwedana Efrînê ye" hate vekirin.

Bi wesîleya 18'ê Gulanê Roja Şehîdan û di bin dirûşemeya "Hunera gelan dengê berxwedana Efrînê ye", Desteya  Çand û Hunerê ya Kantona Cizîrê Sêyemîn Pêşengeha Rojava ya Hunera Şêwekariyê ya vekir.

Di pêşengehê de 125 tabol yên 47 şêwekarên ji herêmên Cizîr, Firat û Minbicê hatin daliqandin. Mijarên taboloyan li ser berxwedana Efrînê, hovîtiya dagirkeriya Tirkiyê, xwezaya Rojava, çanda kurdî, serpêkhatyên mirovan û mijarên cuda bûn.

Pêşengeh li salona Zanîngeha Rojava ya li bajarê Qamişlo bi amadebûna bi dehan şêwekar, rewşenbîrên ji Bakurê Sûriyê, nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê hate vekirin.

Pêşengeh dê heya 3 roj din vekirî be.

PUKmedia-Hawarnwes

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket