Politburoya YNKê; Koça dawî ya Adil Murad ziyaneke mezin ji gelê kurd re ye

kurdistani 06:58 PM - 2018-05-21
Axdil Murad koça dawî kir..Mixabin

Axdil Murad koça dawî kir..Mixabin

Politburoya YNKê ragihand ku koça dawî ya serkirde û tekoşer Adil Murad ziyaneke mezin ji gelê kurd re ye.

Politburoya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê, bi fermî derbarê koça dawî ya serkirde û sekreterê Encûmena Navend ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê Adil Murad de, behî û serxweşî da ragihandin.

Di peyama xwe ya derbarê koça dawî ya  sekreterê Encûmena Navendî ya YNKê Adil Murad de, Politburoya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê xemgînî û mixabin û xembariya xwe ya bê sînor nîşan da.

Her weha di dirêjahiya peyama xwe de, politburoya YNKê dazanîn ku sekreterê Encûmwena Navend ya YNKê heval Adil Murad, di demjimêr 10:15 xulekan sibaha roja înê li nexweşxaneyeke Almanyayê de, ji ber nexweşiya dil koça dawî kir

Di dawiya peyamê de, silav ji rewanpakiya kak Adil serkirde û tekoşerê dêrîn û tevahiya xebatkarên ku tevlî karwana pakrewanên kurd û Kurdistanê bûne.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket