Hozan Efrînî: Berxwedana Efrîn î hîn berdewam dike

kurdistani 11:00 AM - 2018-05-21
Hozan Efrînî: Berxwedana Efrîn î hîn berdewam e

Hozan Efrînî: Berxwedana Efrîn î hîn berdewam e

Efrînî dibêje ku sedema binpêkirina maf û azadiyên li Efrînê tev li stuyê Rûsiya û Tirkiyê ne.

Roja Duşemê Çalakvanê Siyasî Hozan Efrînî di dexuyaniyeke taybet de ji PUKmedia`yê re ragihand ku pêngava Guhartina Demografîk li Efrîn ê hîn jî bi awayekî pir metirsîdar berdewam e û sedema binpêkirina maf û azadiyên li Efrînê ku Efrîn kirine zîndaneke mezin tev li stuyê Rûsiya û Tirkiyê ye.

Her weha Efrînî tekez kir ku dewleta Tirk ferman daye komên çekdar ên ser bi opozisyona Sûrî ku rê nedin bi koçberên Efrîn ê ku vegerin bo nav mal û milkên xwe û anîna penaberên Gotayê û niçtecihkirina wan di navçeyên Efrîn ê de, her di heman demê de, bicihkirina wan malbatên Gotayê û Dumêrê di nav malên sivîlan de û bi astangkirina vegera sivîlên Efrîn ê yên resen, projeya dagîrkerî ku bi pileya yekem Guhartina Demografîk li xwe digre berdewam dike.

Efrînî amaje bi wê yekê jî kir ku bêhtirî ji 30`hezar nûştecihên tax û gundewarên Efrîn ê ku niha li ber sînorê Efrîn û Şahbayê ne û dixwazin derbasî nava Efrînê bibin, nikarin vegerin nav mal û milkên xwe ji ber ku lîjneya ewlekwriya ya ser bi hikûmeta Sûrî ya demî ku girêdayî Koalisyona Sûrî ye dest deynaye ser mal û bi dehan bax û zevî û donimên erdên Zeytûnên Efrîniyan.

Di dirêjahiya axiftina Hozan Efrînî ji PUKmedia`yê re tekez kir ku Berxwedana gelê Efrîn ê hîn berdewam e êdî gel nikare ew hemû kiryarên nemirovî ên komên çete ku derheqî gelê kurd li Efrînê dikin bipejirînin û ew kiryar tev li stuyê Tirkiyê û Rûsiyayê de ye, ji ber ku ew her du dewlt sedema destdirêjiyên komên çekdar in û ew derfetê didin bi wan, bi taybet dema ku Rûsiya derfeta dagîrkirinê daye Tirkiyê û rewa kir, wê demê hemû kiryar ketin stuyê Rûsiyayê ji ber ku Efrîn di jêr parastina sîtema ewlehiya Rûsiyayê de bû.
 
PUKmedia  taybet

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket