Rêxistina Hawarê serxweşî li malbata Murad û YNKê kir
kurdistani 10:20 AM - 2018-05-20Rêxistina Hawarê serxweşî li malbata Murad û YNKê kir
Rêxistina Hawarê A Parasstina Zarokên Efrînê, serxweşî li malbata Murad û YNKê kir.
Rêxistina Hawar a Parastina Zarokên Efrînê di peyameke xwe ya serxweşiyê de, serê malbata nemir Adil Murad sax kir û ji bo tevahiya gelê kurd û Kurdisdtanê û bi taybetî Yekîtiya Nîştuimanî ya Kurdistanê xweş kir.
Ev jî deqa peyama Hawarê ye:
Ji bo malbata nemir Adil Murad a xembar
Ji bo tevahiya endam û serkirdeyên Yekîtiya Nîştuimanî ya Kurdistanê
Ji bo Tevhaiya gelê kurd û Kurdistanê li hundir û dervayî welat
Yek ji me çû bila hemû gelê kurd û Kurdistanê xweş bin.
Mixabin stêrkek din ji ezmama Kurdistanê rijiya, Mixabin, kaseyetiyeke din ê mezin û naskirî û tekoşerê dêrîn û kurdperwer û xemxwerê doza kurdî û Kurdistanî ji nav me barkir.
Siyasetvan û rewşenbîrê mezin ê Kurdistanî, sekreterê Encûmena Navend ya Yekîtiya Nîştîmanî ya Kurdistanê kak Adil Murad bi yekcarî ji nav me barkir û çû ser dilovaniya xwedayê xwe.
Ji ber wê yekê, bi vê boneya xemgîn, em wek Rêxistina Hawarê ya Parastina Zarokên Efrînê, bi navê endam û karmend û berpirsên xwe, xembariya xwe bi malbata nemir û bi tevahiya endam û serkirdeyên YNKê re parve dikin û em bi hêvîne ku ev êş ya herî dawî be hem ji malbatê û hem jî ji Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê re.
Em wek Rêxistina Hawar a Parastina Zarokên Efrînê wiha dizanin ku koça dawî ya nemir Adil Murad ziyaneke mezin e ji bo tevahiya gelê kurd û Kurdistanê, ji ber ku ew bi kirdarî wek nemir Mam Celal xemxwerê her çar parçetyên Kurdistanê bû.
Di aliyê peywendiyên xwe ên neteweyeyî de jî, li gel aliyên siyasî ên Kurdistanî pir bi hêz bû. Alîkariya hemûyan bi bê ferq û cudayî dikir, nefret li dagîrkerên Kurdistanê dikir û ji bo berevanî li zarok û jin û ciwanên kurd û Kurdistanê, her dem xwedî helwest bû, ji bo Kobanê û çi ji bo Efrînê û çi ji bo Cizîra Bota û çi ji bo Mihabadê be û Şengalê be her xwedî helwest û biryarderê parastin û alîkariyê bû.
Dilovaniya Xwedê lê be û bila malbat sax be û serê tevahiya dost alîgirên û endamên YNKê sax be û bila serê tevahiya gelê Kurd û Kurdistanê xweş be.
Rêxistina Hawar a Parastina Zarokên Efrînê
Silêmanî-20-5-2018
PUKmedia
hewal ziyatr
-
Qubad Talebanî: Her rojek bîranîna tawanekê ye
05:53 PM - 2024-04-24 -
Serok Bafil beşdarî merasîma cenazeyê rêheval Elî Şemar dibe
07:47 PM - 2024-04-23 -
Serfermandarê hêzên Alman serdana aramgeha Serok Mam Celal kir
12:49 PM - 2024-04-23 -
Silêmanî… Merasîma xelata zêrîn a Bile birêve diçe
10:45 AM - 2024-04-23
zêdetir tamaşe bike
Serok Bafil: Yekîtî berdewame ji bo qerebûkirin û xizmetkirina xelkê Qeladizê
02:16 PM - 2024-04-24
Amerîka: Rewşa azadî û mafên mirovan ber bi paşvebûnê ve diçin
01:51 PM - 2024-04-24
50 Sal bi ser bombebarankirina Qeledizê û Zanîngeha Silêmanî re derbas bû
09:45 AM - 2024-04-24
Merasîma xelata zêrîn a Bile birêve diçe
05:11 PM - 2024-04-23
zortrin xwendraw
-
50 Sal bi ser bombebarankirina Qeledizê û Zanîngeha Silêmanî re derbas bû
Kurdistan 09:45 AM - 2024-04-24 -
Serok Bafil: Yekîtî berdewame ji bo qerebûkirin û xizmetkirina xelkê Qeladizê
Kurdistan 02:16 PM - 2024-04-24 -
Amerîka: Rewşa azadî û mafên mirovan ber bi paşvebûnê ve diçin
Kurdistan 01:51 PM - 2024-04-24 -
Hewlêr û Bexda di tomarkirina binpêkirinan de di pêş de ye
Rêportaj 09:14 PM - 2024-04-24 -
Qubad Talebanî: Her rojek bîranîna tawanekê ye
Kurdistan 05:53 PM - 2024-04-24