Encamên hilbijartinan ên YNKê

kurdistani 08:45 AM - 2018-05-20
Encamên hilbijartinan ên YNKê

Encamên hilbijartinan ên YNKê

Panorameyek ji hilbijartinên encûmena nûneran ya Êraqê ya sala 2018`an ku hem li deverên Êraqê û hem jî li deverên Herêma Kurdistanê li gel encamên ku YNKê bi destxistine ên seretayî û ên dawî .

 Di Encûmena Nûneran de YNKî 18 `kursî bi dest anîn

Komisyona Bilind ya Serbixwe a Hilbijartinan ber desta sibeha roja şemiyê 19-5-2018`an, encamên dawî ya Hilbijartinên Parlementoyê Êraqê ya sala 2018`an, ragihand.

Komisyonê di heyama dexuyaniyeke Rojnamevanî de ku PUKmedia`yê dişopand de ragihand ku li bajarê Silêmanî Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê 267`hezar û 422`deng bi dest xist, bi vê awayê Yekîtî li Silêmanî bi 8` kursiyan cihê xwe di encûmanê de girt.

Dexuyaniyê dest nîşan kir ku encamên kursiyên din jî bi vê awayê bû:

Goran 4
Newey Nwê 2
Komeleya Îslamî 1
PDK 1
Hevpeymanî 1
Yekgirtiya Îslamî 1
Herweha jî Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê li Hewlêr ê 2 kursî anî
Li Kerkûkê Yekîtî 6` kursî anî
Diyalî 1
Nînewa 1

Hêjay gotinêye ku di encamêde Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê li tevahiyê Îraq ê 18`kursî bi dest ve anîn.

Bavil Telbanî: Encamên Hilbijartinê ne li gor asta hêviya Yekîtî bû

Li gor ku encamên Hilbijartinên Parlemana Îraq ê ne li gor asta hêviya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanêye ,Bavil Telbanî dilxweşî ji bo encamên Hilbijartinan nişan da.

Di dema ku Bavil Telbanî roja çarşemê pêşwazî li Şandeke ji Nivîsgeha Çavdêriyê û şopandinê a Yekîtiya Niştimanî li Girda Debaşan ya bajarê Silêmaniyê kiribû dilxweşiya xwe ji bo encamên hilbijartin ê aşkire kir û li ser Hilbijartin û encamên ber dest gotûbêj kirin,û amaje bi wê jî da ku divê em erkên zêdetir birjînin ji bo ku Yekîtî bi hêztir bibe.

Her weha jî Telbanî di civîn ê de dest nîşan kir ku pilaneke mazin li dijî Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistan ê tê kirin,û gor li gor vê tiştî ku tê kirin jî Yekîtî bi ser ket.


Encamên destpêkê ya lîsteya YNKê bixwînin


Saziya hilbijartinan ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê îro roja yekşemê ragihand kuencamên destpêkê ya hilbijartinan û hejmara kursiyên xwe di encûmena nûneran ya Êraqê de da ragihandin.

di wê barê de, berdevkê fermî yê saziya hilbijartinan ya YNKê ji PUKmedia`yê re ragihand ku encamên destpêkê ya ku YNKê di Herêma Kurdsitanê de bi dest xistiye nêzîkî 25 kursiyan e.

Her weha encam bi vê rengî ye;


Silêmanî 7 kursî

Hewlêr 3-4- kursî

Duhok 1 kursî

Kerkûk 6-7 kursî

Diyala 2 kursî

Neynewa 2-3 kursî

Selahedîn 1 kursî

 YNK; Li Hewlêr, Mûsil û Duhok sextekarî birêve çû ye

Berdevkê Politburoya YNKê da zanîn ku li Hewlêr, Mûsil û Duhok sextekarî birêve çû ye.

Piştî civîna politburoya YNKê li bajarê Silêmaniyê, peyvdarê YNKê ragihand ku piştî encamên ne fermî hatin ragihandin, êrişên ne rewa li dijî YNKê pêkhatin.

Di wê barê de, endamê politburo û peyvdarê wê Sedî Ehmedî Pîra ragihand ku li Hewlêr û Duhok û Mûsil destkarî û sextekarî pêkhatiye û di kampan de jî, asayîşê destkariya kartên dengderan kiriye.
Pîra aşkire kir ku Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê li hemberî bijartina her karekî din ku ji aliyê komusyona hilbijartinan ve bê kirin bê minete.

YNK`ê piraniya dengên taybet li Silêmaniyê bi dest anî

YNKê piraniya dengên taybet ên polîs û pêşmerge û asayîşê li Silêmaniyê bi dest anî.
Li gor amareyeke komusyona hilbijartinan ya Êraqê ku di parêzgeha Silêmaniyê de, lîsteya 162 ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê bêtirî dengên Silêmaniyê bi dest aniye.

Ev jî li gor cihêkirina dengan ji sedî 87 li wîstgehên dengdanê ku piraniya dengan li berjewendiyên lîsteya 162 ya YNKê bû ye.
Di encama dengdana taybet de, YNKê 19672 deng, Goran 1262 deng, PDKê 702 deng, Hevpeymanê, 486 deng, Komel 373 deng, Nifşa New 322 deng, Yekgirto 147 deng, Sosyalîst 67 deng, Komunîst 15 deng bi dest anîne.

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket