Fermandarê QSD'ê: DAÎŞ li ser sînorê Sûriye-Iraqê asê maye

kurdistani 12:02 PM - 2018-05-13
Fermandarê QSD'ê: DAÎŞ li ser sînorê Sûriye-Iraqê asê maye

Fermandarê QSD'ê: DAÎŞ li ser sînorê Sûriye-Iraqê asê maye

Fermandarê Meclîsa Leşkerî ya Dêra Zorê Îsmaîl Ebdullah destnîşan kir ku sînorê Iraq-Sûriyeyê wê ji çeteyên DAÎŞ'ê were paqijkirin.

Îsmeîl derbarê qonaxa dawî ji oparesyona Bahoza Cizîrê de ragihand ku ji destpêka meha Gulanê ve em gelek kilo mitran bi pêşve çûne û Şervanan navçe ji çeteyan paqij kiriye,dest nîşan jî kir ku li Rojhilata Çema Furatê li gundê Baxozê dor li çeteyên DAÎŞê girtin û got "Gundê Baxozê cihekî stratejîk e û li ser rêya navçeya Hecînê ye."

Fermandar Îsmaîl Ebdullah got, hêzên QSD û Iraqê bi rengekî koordîneyî li dijî DAÎŞ'ê têdikoşin û ew sînorê her du welatan ji çeteyên DAÎŞ'ê diparêzin.

Ebdullah di dawiya axaftina xwe de diyar kir, heta ku herêmên rojhilat ên Çemê Firatê û sînorê Sûriye-Iraqê ji çeteyên DAÎŞ'ê paqij bikin wê Pêngava Bagera Cizîrê bidome.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket