Çeteyên DAIŞ’ê qereqolên dengdanê dan ber hewanan

kurdistani 10:51 AM - 2018-05-12
Çeteyên DAIŞ’ê cihên dengdanê dan ber hewanan

Çeteyên DAIŞ’ê cihên dengdanê dan ber hewanan

Li Gulale û Cebare navendên dengdanê hatin bombekirin û 3 welatî birîndar bûn.

Li gorî agahiyên hatine standin şevê din saet 23:00’an de 5 guleyên hewanê bi navendên dengdanê yên gundê Eslah yê bakûrê bajarokê Gulale yê ser bi nazçeya Xaneqîn ketine. 3’ê welatî birîndar bûne. Ti zererek ne gihaye navendên dengdanê. Çend malên welatiyan xerab bûne.

 Li ser vê yekê berpirsyarê komîteya bajarokê Cebare yê YNK’ê Amanc Ebdulreza ji RojNews re axivî. Amanc got; “Şevê din du wesayitên ku tê de çeteyên DAIŞ’ê hebûn hatine nêzîkê gundê Aştêwkanî ya ser bi bajarê Cebare yê ser bi parêzgeha Diyale. Çeteyan li wir 3’ê guleyên hewanê avêtin gund.”

Îro saet 07:00 hilbijartinên giştî yên Parlamentoya Iraqê, li seranserê Iraq û Herêma Kurdistan destpêkirin. Heya niha dengdan bi aramî derbaz dibe.

PUKmedia/Ajansan

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket