Reuters: Amerîka Sê Meh Berê li Minbicê Bingeha Leşkerî Ava Kiriye

kurdistani 05:30 PM - 2018-05-09
 Reuters: Amerîka Sê Meh Berê li Minbicê Bingeha Leşkerî Ava Kiriye

Reuters: Amerîka Sê Meh Berê li Minbicê Bingeha Leşkerî Ava Kiriye

Berdevkê Civata Leşkerî ya Minbicê yê Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) Şervan Derwêş dîyar kir ku Amerîka sê meh berê li herêmê bingeheke leşkerî çêkiriye.

Derwêş ji Reuters’ê re da zanîn ku ku bingeh piştî operasyona Tirkîyê ya dijî Efrînê hatiye ava kirin û got ku li herêmê leşkerên Fransa jî hene.

Derwêş dîyar kir ku leşkerên Amerîka û Fransa û şervanên HSD’ê tev li dora enîyên Minbicê digerin.

‘’Piştî êrîşa Tirkîyê ya dijî Efrînê û gefên wî welatî yên dijî Minbicê, hêzên koalîsyonê bo kontrolkirin û berevanîya sînor bingehek ava kirin’’ Derwêş got.

Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan gelek caran gotibû ku piştî Efrînê ewê berê wan li Minbicê be.

PUKmedia-VOA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket