Wezîra berevaniya Îtaliyayê gihîşte Hewlêrê

kurdistani 07:40 PM - 2018-05-08
Wezîra berevaniya Îtaliyayê gihîşte Hewlêrê

Wezîra berevaniya Îtaliyayê gihîşte Hewlêrê

wezîra berevaniya Îtaliyayê Robirta Bînotî gihîştin Herêma Kurdistanê.

Wezîra berevaniya Îtaliyayê bi riya firokexaneya navneteweyî ya Hewlêrê, li gel şanedeyeke fermî, gihîşte Herêma Kurdistanê.

Îro roja sêşemê 8-5-2018`an di serdaneke fermî de, wezîra berevaniya Îtaliyayê Robirta Bînotî û şandeya bi wê re, bi riya firokexaneya navneteweyî ya Hewlêrê, gihîştin bajarê Hewlêrê paytexta Herêma Kurdistanê û ji aliyê wezîrê navxweyî yê Herêma Kurdistanê Kerîm Sengalî ve hat pêşwazîkirin.

Hêjayî gotinê ye ku duhî roja duşemê 7-5-2018`an, bi serdaneke fermî, wezîra berevaniya Îtaliyayê Robirta Bînotî gihîştin bajarê Bexdadê paytexta Êraqa federal û ji aliyê wezîrê berevaniya Êraqê Îrfan Heyalî ve hatibû pêşwazîkirin.

PUKmedia.

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket