Yekem Konfiransa HPC-Jin dest pê kir

kurdistani 12:40 PM - 2018-05-07
Yekem Konfiransa HPC-Jin dest pê kir

Yekem Konfiransa HPC-Jin dest pê kir

Yekem konfiransa HPC-Jin a Kobanê bi diruşmeya " Bi rihê Berxwedana Serdemê ya Efrînê azadiya Rêber Apo di şexsê jinên azad de biafirîn in" bi beşdarbûna 325 delegeyan destpê kir.

Yekem konfiransa HPC-Jin a kantona Kobanê bi beşdarbûna 325 delegeyan, li Navenda Çand û Hunerê ya  Baqî Xido dest pê kir. Endamên saziyên civaka sivîl ên Kobanê, Girê Spî, şervanên YPJ, Seroka Desteya Jinan Emîna Bergel, Cîgira Hevserokatiya Meclîsa Rêveber Hêlîn Haçim û endamên jin ên Rêveberiya Xweser û Kongreya Star jî wekî mêvan beşdarî konfiransê bûn.

Salona Konfiransa bi wêneyên şervanên jin û pankarên bi nivîsên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan hate xemilandin.

Tê payîn ku di konfiransê de axaftin werin kirin û paşê rapor, nirxandin, her wiha nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan ên derbarê jinan de werin xwendin. Di beşeke konfiransê de jî wê sînevizyon derbarê tekoşîna hêzên HPC-Jin werin pêşkêşkirin, her wiha wê rewşa rêxistinî were nîqaşkirin û pêşniyar werin kirin.

Tê payîn ku axaftina dawî ya konfiransê jî ji aliyê Hevseroka Melcîsa TEV-DEM'ê ya Kobanê ve were kirin.

PUKmedia/Anha

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket