Partiya Yekîtiya Demokratîk Kurdî Sûriya Guhartina Demografîk li Efrîn ê şermezar kir

kurdistani 12:46 PM - 2018-05-05
Partiya Yekîtiya Demokratîk Kurdî Sûriya Guhartina Demografîk li Efrîn ê şermezar kir

Partiya Yekîtiya Demokratîk Kurdî Sûriya Guhartina Demografîk li Efrîn ê şermezar kir

Doh înê li ser banga Rêxistina Herêma Kurdistanê ya Partiya Yekîtiya Demokratîk Kurdî-Sûriya Kurdên Rojava û hinek Prtiyên Kurdistanî û Rêxistinên Sivîl li pêş Komisyona Bilind ya Dewltên Yekbûyê a li Hewlêrê lihev civiyan û guhartina demografîk a ku li Herêma Efrîn ê tê kirin şermezar kirin.

Wek ku em zanin ku dewleta Turk bi zorê êrîşan hîşt ku welatiyên Efrîn ê malên xwe bi cih bihêlin û neçar biravin lê heta niha jî artêşa Tirk li gel çeteyên xwe yên artêşa Azad û yên DAÎŞê zulm û zordariyê li mileta Efrîn ê dike û hemû tiştên wan ji pêwîstiyên rojane û alav û milk û malên wan li pêş çavên wan didizin û xelkê ji malên wan derdixin û bi zorê Ereban li şûn wan bi cih dikin,ev jî hemû bi armanca Guhartina Demografîk e.

Çalakvanan bi deqeyek rêzgirtin ji rihê şehîdan re dest bi çalakiyê xwe kirin û piştre li ser Berxwedana 58`rojan a ku ji aliyê Şervanên YPJ ,YPG ve axifîn . Nûnerê Partî a li Hewlêrê dagirkirin û guhartina Demografî a ku li Efrîn ê tê kirin şermezarkir û ji Civaka Navnetewî dexwez kir ku bi erkên xwe rabin û ji Tirkiyeyê re bêjin ku dest ji Efrîn ê berde,û her weha jî hemen tişt ji Hikûmet Sûriyê dexwez kir ku erkên xwe ji bo parastina Efrîn ê birjîn e.

Di dawiyê de Partiya Yekîtiya Demokratîk Kurdî Sûriye ( Yekîtî) dest xweşî û spasiya Kurdên ku piştgiriya Efrîn ê dikin kirin û ji wan dexwaz kirin ku tim çalakiyan li darxin û ji Civaka Navnetewî parastin û vegerandina Efrîn ê bixwezin.

PUKmedia  

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket