Balafireke şer a Rûs li Sûriyeyê kete xwarê

kurdistani 12:04 PM - 2018-05-03
Balafireke şer a Rûs li Sûriyeyê kete xwarê

Balafireke şer a Rûs li Sûriyeyê kete xwarê

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku balafireke şer a bi tîpa Su-30SM li Sûriyeyê ketiye xwarê.

Wezaretê diyar kir ku her du pîlotên di balafirê de bûn jiyana xwe ji dest dane. Li gorî daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Rûsyayê, balafir piştî ku ji baregeha leşkerî ya Hmeîmîmê rabû li Derya Spî ketiye xwarê. Di daxuyaniya nivîskî de hate gotin, dibe ku çûk ketibe motora balafirê û ji ber vê yekê ketibe.

Di şerê navxweyî yê Sûriyeyê de gelek balafirên Rûs ketin xwarê yan jî hatin xistin. Roja 6'ê Adarê balafirgeke barhilgir a Rûsyayê dema ku xwe li baregeha Hmeîmîmê datanî kete xwarê û 39 leşker mirin. Li gorî daneyên fermî ku piştî vê qezayê hatin eşkerekirin, piştî ku Rûsya tevlî şerê li Sûriyeyê bû 84 leşkerên Rûs mirine.

Wekî din, Cotmeha 2017'an jî balafireke şer a Rûs a bi tîpa Su-24 piştî ku ji balafirgeha Hmeîmîmê rabû ketibû xwarê û du pîlot miribûn.

Baregeha hewayî ya Hmeîmîmê li nêzî Lazkiyeyê ye. Piştî ku Rûsya sala 2015'an tevlî şerê Sûriyeyê bû û li cem rejîma Esad cih girt, ev baregeh radestî artêşa Rûsyayê hate kirin. Ev der piştre bû baregeha mayinde ya artêşa Rûsyayê.

PUKmedia/ANF

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket