Dr. Ebdulmecîd azad e..

kurdistani 01:44 PM - 2018-04-28
 Dr. Ebdulmecîd azad e..

Dr. Ebdulmecîd azad e..

Piştî ku berpirsê beşa ragihandinê li zanîngeha Efrînê û endamê desteya damezrêne ya zanîngeha Efrînê diktor Ebdulmecîd Şêxo ji mala wî ya li bajarê Efrîn ê ji aliyê komêîn çekdar ve hat revandin û ber bi aliyekî nediyar ve birin, hate zanîn ku ber bi ciheke ne diyarve biribûn û tu agahî li ser wî tunebûn. di hefteya borî de, serbest hate berdan.

Wek tê zanîn ku piştî girtina serokê beşa kolîja ragihandinê li zanîngeha Efrînê Dr. Ebdulmecîd Şêxo ji aliyê çekdarên ser bi opoziayona Sûrî ve hatibû revandin, Rêxistina Hawar ya Parastina Zarokên Efrîn ê azadkirina Dr. Ebdul Mecîd xwestibû.

Her weha di wê barê de Rêxistina Hawar ya Parastina Zarokên Efrîn ê belavokek weşandibû, tê de ew karê ne rewa ku li dijî diktor Ebdulmecîd û xelkên din ên Efrînê tê kirin, bi tundî şermezar kiribû. Di wê belabokê de, dixwaz kiribû ku diktor Ebdul Mecîd bi zûhtirîn dem bête azadkirin.

Hêjayî gotinê ye serokê beşa ragihandinê û endamê desteya damezrêner ya zanîngeha Efrînê Dr. Ebdul Mecîd Şêxo doh roja yekşemê 8-4-2018`an, li navenda bajarê Efrînê ji aliyê ketîbeya Ceyş Şerqiyeyê ve, ji mala wî hat revandin û heya niha ti agahî li ser çarenivîsa wî tune ye.
PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket