Efrîn: Rêvana yekîna malbatê hat terorkirin
kurdistani 11:16 AM - 2018-04-28.
Li Herêma Efrînê ya ku Tirkiyê dagîrkirî, zarokê 6 salî Rêvana yekîna malbatê hat terorkirin.
Di wê barê de, li gorî şopandina PUKmedia`yê ji rûpela fermî ya Rêxistina Hawarê ya Parastina Zarokên Efrînê ku jêdereke agahdar ji rêxistina Hawar ya Parastina Zarokên Efrînê re ragiahandiye ku di hefteya borî de, li navçeya Kefircenê ya ser bi Şera li Efrînê, di encama şer û pevçûnên di navbera Komên çekdar ên Sûrî ku ser bi Tirkiyê ve ne, zarokeke kurd ji malbata Hemduş bi navê Rêvan Xandevan Hemduş 6 salî jiyana xwe ji dest de.
Wek hate zanîn ku ew şer û pevçûnên rûdane, ji ber dizîn û kel û pelên ku ji xelkên Efrînê diziyene û di nava xwe de parvedikin, ji ber nelihevkirinê, ew bi hev du ketine û Rêvana 6 salî jî bû bi qurbaniya şerê di navbera wan de.
Hêjayî gotinê ye ku piştî dagîrkirina Tirkiyê ji Efrînê re, komên çekdar ên bi navê Artêşa Azad, bi awayekî pir hovane, dest bi girtin û lêdana xelkên sivîl ên Efrînê kirine û hemû kel û pelên wan dizîne û dest dane ser mal û milkên wan û bi biryara Rûsiya û Tirkiyê, nêzîkî 150 hezar kesên Ereb ji Gota û Duma û Dumêr derbasî Efrînê kirine û li Cindirêsê kampeke taybet ji wan re saz kirine û li gelek gundên ber sînor jî bi cih kirine û hemû dunya jî bê deng e.
PUKmedia-Şopandin
hewal ziyatr
-
Komisyonê berdewambûna amadekariyên bo hilbijartinan piştrast dike
01:41 PM - 2024-04-25 -
Qubad Talebanî: Her rojek bîranîna tawanekê ye
05:53 PM - 2024-04-24 -
Serok Bafil beşdarî merasîma cenazeyê rêheval Elî Şemar dibe
07:47 PM - 2024-04-23 -
Serfermandarê hêzên Alman serdana aramgeha Serok Mam Celal kir
12:49 PM - 2024-04-23
zêdetir tamaşe bike
Serok Bafil: Yekîtî berdewame ji bo qerebûkirin û xizmetkirina xelkê Qeladizê
02:16 PM - 2024-04-24
Amerîka: Rewşa azadî û mafên mirovan ber bi paşvebûnê ve diçin
01:51 PM - 2024-04-24
50 Sal bi ser bombebarankirina Qeledizê û Zanîngeha Silêmanî re derbas bû
09:45 AM - 2024-04-24
Merasîma xelata zêrîn a Bile birêve diçe
05:11 PM - 2024-04-23
zortrin xwendraw
-
Hewlêr û Bexda di tomarkirina binpêkirinan de di pêş de ye
Rêportaj 09:14 PM - 2024-04-24 -
Qubad Talebanî: Her rojek bîranîna tawanekê ye
Kurdistan 05:53 PM - 2024-04-24 -
Komisyonê berdewambûna amadekariyên bo hilbijartinan piştrast dike
Kurdistan 01:41 PM - 2024-04-25