Li Qeladizê Kempîneke ji bo Efrînê hate ragihandin

kurdistani 01:40 PM - 2018-04-27
.

.

Kepîneke din wek ya Ranyayê ji bo Efrînê hate ragihandin.

Şandeyek ji nûnerên Kampîna Komkirina alîkariyaê ji bo Koçberên Efrîn ê, serdana Rêxistina Hawar ya Parastina Zarokên Efrîn ê kir.

Li piştî ragihandina kampîna Hatwaî Efrîn ku ji aliyê çalakvanên Ranyayê ve hatibû ragihandin ku bi serperştiya çalakvan Ased Şawirî ve birêve diçe û di encamê de, 7 ton derman bi hevrêziya Rêxistina Hawarê a Parastina Zarokên Efrînê radestî Heyva Sor a Kurdî kirin û şandin ji gelê Efrînê re, ji bo heman armancê, kempîna komkirina alîkariyê ji bo Efrînê li Qeladizê hate ragihandin.

Li bajarê Qeladizê ya devera Raperînê, kempîneke alîkariyê ji bo koçberên Efrînî ji aliyê 12 çalakvanên wê bajarî ve hate ragihandin û dest bi komkirina alîkariyê kirin.

Her di wê barê de, Şandeyek ji Kempîna Komkirina Alîkariyê ji Efrîniyan re serdana Rêxistina Hawar ya Parastina Zarokên Efrîn Efrîn ê kir. Ew şanda serdanger a ku pêkhatibû ji Elî Qadir û Awaz Îsmaîl ji bo şandina hevkariya bi qasî 6 ton şîr û xwerinên zarokan ên ji bo koçberên Efrîn ê.

Di wê serdanê de, derbarê kar û barên kempîn û çawaniya alîkariya koçberên xelkê Efrînê wê bikin û wê çawa ber dream bin li ser komkirina alîkariyê gotûbêjkirin.

Her weha piştî ku bi riya vîdyo armanc û bernameya kempînê ji Rêxistina Hawarê re dane ragihandin, herdu alî bi hev rê serdana navenda Heyva Sor ya Kurdî kirin û ji aliyê berpirsê navendê Azad Omer ve hatin pêşwazî kirin û bi awayekî berfereh li ser kar û armancên kempîna Qeledizsê ya komkirina alîkariyê ji bo xelkên Efrînê û çawaniya dervbaskirina alîkariyê bo Rojava û Kampa koçberên Efrînê hate gotûbêjkirin.


Ji Raniya 7`ton derman ji bo Efrîn ê hatin şandin


Ji bo piştîvaniya li Efrînê û xwedîderketina li erkên xwe ku wek rêxsitineke ji bo Parastina Zarokên Efrînê, Rêxistina Hawar û Hevpeymana Nîştiman û bi hevrêziya kampîna "banga Efrîn" 7 ton derman hatin komkirin û bi riya Heyva Sor a Kurdî şandin Rojavayê Kurdistanê.

Bi hevrêziya Rêxistina Hawar  a Parastina Zarokên Efrînê û Hevpeymaniya Niştimanî Demokratîk ya Sûriyê roja Duşemê 5/3/2018`an, di kampîna ku Heyva Sor a Kurdî ji bo komkirina derman ji Efrîn ê re dest pêkiribû de bi fermî bişdar bibû ku xwedî li erkên ku pê hatiye spartin derketin.

Bi hevrêziyê di navbera Rêxistina Hawar a parastina zarokên Efrîn ê û Hevpeymaniya Niştimanê Demokratîk a Sûriyê û Heyva Sor a Kurdî de bi beşdariya komeke çalakvanên sivîl yên bajarê Ranyayê komîteyek di bin navê "Ji Raniya Te Efrîn ê" ji bo komkirina derman hate damezrandin û di 5`adarê de bi dawî bû.

Her weha di wê rojê de jî Navenda Ciwanên Ranyayê kongireyek ji aliyê Kempînê ve hate lidar xistin ku gelek endamên desteya siyasî ya Hevpeymaniyê û serokê Rêxistina Hawarê û hineke berpirsên saziyên tenduristiyê û rêvebirê giştî yê devera Raperînê jî tê de beşdar bûn, derbarfê çawaniya destpêkirina kempînê û armanc û kar û xebatên wê kempînê ji bo komkirina derman û kelûpelên tenduristiyê ji Efrînê re aht ser ziman.

 Di wê baerê de, rêveberê Rêxistina Hawar a parastina zarokên Efrîn ê Hozan Efrînî rola rêveberiya Raperîn ê û xelkên Ranyayê ji bo bi navkirina kampînê bi "Ji Raniya bo Efrîn ê" spas kir û hemû kesên ku alîkariya Berxwedana Efrîn ê dikin jî pir spas kir ku komkirina 7` ton derman hatiye encamdan, Di dewamiya  axaftina xwe de Efrînî amaje bi wê jî kir ku ew wek Rêxistinên Rojava li Başûrê Kurdistanê li ser banga Heyva Sor a Kurdî tevlî kampîna "banga Efrîn " bûn e û di encamê de jî erkên xwe bicih anîne û wê berdewam bin ku hinek kempînên din jî wê dest pê bikin û wê ji bo Efrînê bişînin. ku beriya çend rojan jî hinek ji xelkên Germiyanê û bi taybetî Kifrî bi riya kak Serwet Kifrî hejmarek ji dermanên girîng anîbûn û radestî Rêxistina Hawarê a Parastina Zarokên Efrînê kiribûn.

Di axiftina xwe de, Efrînî dazanîn ku ew kempîn di serî de, ji aliyê çalavan Esed Şawirî , Qadir Xoranî û Xalid Qadir ve hatiye birêkxiwstin û piştre jî hejmarek kesên ku ji karmendên tenduristiya devera Raperînê jî tê de cihgirtine û tevgeriyane ku ew hemû cihê rêz û pêzanînê ne.


*Ji Silêmaniyê 1700 kîlo derman bo Qamîşloyê

Duh roja 4 şemê 27-7-2016`an li bajarê Silêmaniyê, bi qasî 1700 kîlo derman û kelûpelên bizîjkî, ji bo Qamîşloyê hat wergirtin û şandin.

Di wê barê de, çalakvan Esed Şawirî ku xelkê dola Şawirî ye, ew ku we şopênerê hevkariyê dermanan ji bo Qamîşloyê bû, ji PUKmedia`yê re ragihand ku ji bo alîkariya birîndarên komkujiya bajarê Qamîşloyê, duhî roja çarşemê, me bi riya bizîjkên xêrxwaz ên bajarê Koyê Dawan Hawezy ku ji aliyê diktor Ferhad Îsmaîl Xidir ve hatibû pêşkeşkirin, bi hevrêzî û hevkariya serokê Rêxistina Hawar kak Hozan Efrînî ew derman radestî aliyên peywendîdar ê Rojavayê Kurdistanê.

Şawirî di dirêjahiya axiftina xwe ji PUKmedia`yê re got; Bi awayekî fermî, 1700 kîlo dermanê ku ji aliyê bizîjkên Qamîşloyê ve hatibûn xwestin, bi amadebûna nûnerên diktor Ferhad, ji aliyê Nûnerê Hevpeymana Nîştimanî ya Demokratî a Sûrî li Herêma Kurdistanê, Hozan Efrînî hat wergirtin.

Wî çalakvanî aşkire kir ku piştre jî, bi amadebûna hevala Canda û serokê Kantona Kobanê Enwer Muslim û nûnerê Yekîtiya Star li Herêma Kurdistanê Cîhan Efrîn, ew derman, ji aliyê nûnerê HNDS`ê û serokê Hawarê Hozan Efrînî ve, bi fermî radestî nûneretiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD)`ê ya li Herêma Kurdistanê hatiye kirin û wê demê Xerîb Hiso nûnerê PYDê bû.

Hêjay gotinêye ku Rêxistina Hawar a Parastina Zarokên Efrîn ê bi hevrêziyê li gel Hevpeymaniya Niştimanî Demokratîk a Sûriyê hem ji bo komkujiya Qamîşloyê û hem ji bo berxwedana Efrînê di demeke hindik û kurt de dikarîn 1700 kîlo ji bo birîndarên buyera Qamîşloyê a ku di roja  27-7-2016 de li dijî gelê me pêkhatibû û radestî nûneretiya PYDê û Xweseriya Demokrat a Rojavayê Kurdistanê bikin ku bi riya firokeyên hêzên Hevpeymanên Navnetweyî ji Silêmanî bi Rojavayê Kurdistanê hatibû şandin, her weh 7`ton derman jî di 5-3-2018`an ji bo gelê me li berxwedana Efrînê peyda bikin û bi rêya heyva Sor rewaneya Rojavayê Kurdistanê bikin û wek em agahdar bûn ku ew derman tev gandin Efrîn ê û di dawiyê de jî Hozan Efrînê tekez kir ku dê xebatên xwe ji bo alîkariyê û komkirina Derman û kelûpelên tenduristiyê dirêjpêder bin..

PUKmedia-Taybet

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket