Bi wêne, filîma Babirûskê bibînin
kurdistani 04:46 PM - 2018-04-23Bi wêne, filîma Babirûskê bibînin
Filîma Babirûsk ya Şêrwan Qasim li gel 7 filîmên din hat nemayîşdan.
Li Almanyayê, derbarê rewşa Kurd beriya buyerên Sûriye û heya îro, filîma Babirûsk ya ku ji aliyê derhênerê kurd yê Kobanî Şêrwan Qasim ve hatiye amade kirin û li gel 7 filîmên din ên Dûr ji cengê hat nemayîşkirin.
Derhênerê Rojavayê Kurdistanê yê ciwan Şêrwan Qasim ji bajarê Kobanê ye û li Herêma Kurdistanê li bajarê Silêmaniyê, xwendina peymangeha Hunerên Ciwan bi dawî kiriye û dest bi karên sînameyî û filîmên dukomenterî û bi taybetî ên derbarê rwewşa kurd li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê kiriye û li gelek festîvalên navneteweyê beşdqar bû ye û xelatên cur bi cur wergirtiye û niha jî li Almanyayê dijî.
Berê jî di 9/12/2014`an de, derbar Şêrwan Qasim û filîma nûh ya bi navê (Kobanê) PUKmedia`yê nûçe raportek weşandibû, hûn dikarin li xwerê bixwînin.
Şêrwan Qasim kurte filîmeke nûh li ser Kobanê saz dike
Derhênerê ciwan yê Kobanê ku li Herêma Kurdistanê rûniştiye, Şêrwan Qasim kurte filîmeke nûh li ser Kobanê saz kir û weşand û filîmeke dokmenter jî bi navê Kobanê amade dike.
Lawê Kobanî yê ciwan ku weke ciwanekî Rojavayê Kurdistanê ku ji paymangeha Hunerên Ciwan yê Silêmaniyê derçûye, ev demeke dest bi karên xwe yên hunerî kiriye û di gelek festival û xebatên şanogerî û filîmsaziyê de beşdar bûye hem li Kurdistan û hem li Cîhanê.
Di vê dawiyê de jî, derhênerê ciwan yê Kobanê Şêrwan Qasim piştî serdana xwe ya dîrokî ji Kobanê re, xwe jib o sazkirina filîmên cur bi cur li ser rewşa berxwedana Kobanê amade kir û di filîma xwe ya destpêkê de, bi navê Stranên li ser xetê weke kurte filîme hatiye sazkirin û weşandin û Filîma xwe ya serekî filîma dokumenterî ya bi navnîşana (Kobanê) jî tê amadekirin li ser vegera Şêrwan Qasim bo bajarê xwe Kobanê.
Di wê bare de, Şêrwan Qasim dibêje: Li ser vegera min ji bajarê min re piştî ku rêxistina DAIŞê gelek kolanên wê dagîr kiribûm, ez û rojnamevan Hozan Efrînî û Ayaz Kerem bi awayekî qaçax derbasî bo nav bajarê Kobanê bû, di demekê de ku hewldana girtinê ji aliyê leşkerên Tirkiyê ve hebû, her weha sekvanên DAIŞê jî bi heman metirsî çep û rast davêjin mirovan û mirovên sivîl û leşkerî ji hevdu venaqetînin û hemûyan weku yek dibînin.
Qasim dide xuyakirin ku çawa dema ku derbasî bo nava sînorê Kobanê bûn ku bi qedera 250 metirî bi bez û lez û bê vehes ku rêk jî biçûk bû, tev mayîn û mîn û têl bûn. Di vir de, derhênerê ciwan yê Kobanê Şêrwan Qasim piştî 12 salan ji dûrketina xwe ji bajarê Kobanê ji ber desthilat û stema rêjîma Bas ya Sûrî, careke din vedigere, lê bi awayekî pir cuda û zehmetir ku ji aliyekî ve, leşkerên Tirk û ji aliyekî din ve hovîtiya DAIŞê di ara de bû. Bi vê rengî , Şêrwan Qasim dest bi kişandina wêne ûm filîma xwe di nava cergê Kobanê de kir û wê di filîma wî de, rewşa Kobanê bi tevayî bê nîşandan û rastiya berxwedana YPG-YPJ`ê jî, tine ber akranê me.
Bi wêneyan nemayîşkirina filîma Babirûsk ya Şêrwan Qasim bibînin.
PUKmedia-Hozan Efrînî
hewal ziyatr
-
Talebanî : Bi siyaseta Deste Gul a Mam têkoşînê bidomînin
10:42 PM - 2024-04-26 -
Dahata Silêmanî ya heftane zêdetirî 20 milyar e
11:15 AM - 2024-04-26 -
Şalaw Kosret Resûl: Divê xizmeta herî baş bê pêşkêşkirin
09:56 PM - 2024-04-25 -
Komisyonê berdewambûna amadekariyên bo hilbijartinan piştrast dike
01:41 PM - 2024-04-25
zêdetir tamaşe bike
Divê derbarê êrîşa firokeyên bê firokevan de lêkolînek berfireh bê kirin
10:21 PM - 2024-04-26
Serok Bafil: Xwendevan rihê vê civakê ne
07:57 PM - 2024-04-26
Zêdetirî 107 hezar dengder dê kartên biyometrîk werbigirin
11:10 AM - 2024-04-26
Hewlêr û Bexda di tomarkirina binpêkirinan de di pêş de ye
09:14 PM - 2024-04-24
zortrin xwendraw
-
Zêdetirî 107 hezar dengder dê kartên biyometrîk werbigirin
Kurdistan 11:10 AM - 2024-04-26 -
Serok Bafil: Xwendevan rihê vê civakê ne
Kurdistan 07:57 PM - 2024-04-26 -
Dahata Silêmanî ya heftane zêdetirî 20 milyar e
Kurdistan 11:15 AM - 2024-04-26 -
Li ser êrîşa firokeyên bê firokevan lêkolînek despê kir
Kurdistan 10:31 PM - 2024-04-26 -
Divê derbarê êrîşa firokeyên bê firokevan de lêkolînek berfireh bê kirin
Kurdistan 10:21 PM - 2024-04-26 -
Talebanî : Bi siyaseta Deste Gul a Mam têkoşînê bidomînin
Kurdistan 10:42 PM - 2024-04-26