120’mîn salvegera rojnameya Kurdistan li we pîroz be

kurdistani 05:25 PM - 2018-04-22
120’MÎN SALVEGERA ROJNAMEYA KURDISTAN PÎROZ BE

120’MÎN SALVEGERA ROJNAMEYA KURDISTAN PÎROZ BE

120’mîn salvegera Rojnameya Kurdistan li tevahiya canpakiya şehîdên rojnamegerên Kurdistanê û rojnamevanên di kar û xebatê de pîroz dikim..

Careke din, roja 22-4`an li me vegeriya û buhara rengîn bi bê Efrîn tîşka xwe daye ser welatê rojê, ev roj rojeke pîroze, lê mixabin, ragihandina kurdî ji bo Efrênê nikarîbû rola xwe wek pêwîst bibîne û dêndarê Efrîna beheşt man. Bi hatina 120`mîn salvegera rojnameya "Kurdistan" , ez vê roja pîroz û bihadar û pir bi nirx, li tevahiya rojnamevan , rewşenbîr , hemû çîn û tiwêjên gelê Kurd û Kurdistanê, bi taybetî giyan û canpakiya rojnamevan û wênegerên şoreşger yên li şerê azadiya welat li Rojava û Başûr û Bakur û Rojhilatê Kurdistanê tevlî karwana nemiran bûne, pîroz dikim û hêviya serkeftin û serfiraziyê û bîr û ramanên azad bi awayekî berferehtir ji hemû kesekî pênûsdarê Kurd ên welatparêz û xemxwerê parastina dozê dixwaz im.

Bi destpêkirina rengên jiyanê yên bihara Kurdistanê ya xweşbîn û rengîn, gupik û kûlîkên bax û baxistanên welatê rojê pişkiviyan û rojanameya Kurd ya bi navê Kurdistan jî . di mêjk û hizrên gelê me de, vejiya û bîranîna wê her sal di 22 nîsanê de te pîroz kirin.
Di hersal de û di roja 22-04'an de, salvagera vêketina mûma yekemîn ya vebiriqandina navê rojnameya bi navê “Kurdistan” herdem li ser destpêka rûpelên rojname, Kovar, malper û serlêvan e. Her weha di wê rojê de destpêkirina dîroka weşana rojnamegeriya Kurdî hate bi destnîşan kirin û bûye bi rojeke girîng ji tevahiya gelê me re.

Weku têzanîn ku em hemû ji bo vê rojê xwe bi berpirsyar dibînin û ji bo pêşxistina pirojeyên azadiyên bîr û remanan û hizir û hişên neteweyî yên ku ji aliyê malbata welatparêz û ser rêberên Kurdan, Bedirxaniyan ve destpêkiribû, em baş dizanin ku ji roja rojê ve, kar û xebata wê malbatê mîna nasnameya me yê rewşenbîrî û çandî hatiye naskirin.

Di dîrok bînerê rastiya 120 salên borî de, yekemîn rojnameya Kurdî yê bi navê "Kurdistan" ku di 22-04- 1898’an de, ronahiya xwe da ser rûpelên dîroka gelê me yê aştîxwaz û mafperwer wek şoreşeke hizrî û ramanwarî we bû.

Her weha bi serpereştiya herdu bira yên ronakbîr û rewşenbîr, Miqdad û Ebdirihman Midhet Bedirxan Beg li paytexta Misirê Qahîreyê dest bi weşana hejmara yekemeîn ya Rojnameya Kurdistan kirin. Pitşre li Cinêv û Londin û careke din Qahîreyê berdewamiya wşanên xwe dikir.

Weke tê zanîn ku weşandina rojnameya Kurdistanê, mîna xebateke niştîmanperwerî û çandî ji aliyê hemû Kurdan ve tê naskirin. Ji bo berdewamîya wana di nava kar û xebatên şoreşa hizrî neteweyî kurdî de, dibe ev roj, bi rojeke cejin bê nasandin û bi taybet bi wergerandina we rojê bo warî piraktîkî û bi dilsozî bê pêşxistin û parestin.

Ev roj roja derketina hizrên rast û dirûstin, roja ronahîkirina rastiyên veşartîne, roja bi destxistina bîr û nêrînên azade, roja nehîştina sitem û ne rewatî li dijî gelê Kurde.

Baweriya min b pêşxstin û serkeftina vê rojê heye ji tekoşîna siyasî û ta tekoşîna hizrî, bi nêrîneke azad dibêjim salên li pêş me, dê bibin salên azadî di çespandina mafên rewa ên gelê Kurd bi riya ragihandin û rojnamegeriya Azad a bi reng û hizrên neteweyî dûr li partîtiya teng û ez ezîtiya bê wete be.

Ji ber vê rojê, ez roja rojnamegeriya Kurdî li tevahiya gelê Kurd û Kurdistanê ên wefadarên parastina doza rewa pîroz dikim û serkeftina rojnamegeriya rasteqîna a dûr li ecnîde û firoştina pênûsan li pênûsdarên xemxwer ên gelê xwe yên bi wîjdan pîroz dik im.
Ez vê rojê bi xemgîniya Efrîniyên xemxwerên doza pêşroja xwe ne bi bîrtînim ku di xeraptirîn rewş de dijîn çi li hundir û çi li derveyî Efrînê bin, dilê min li nav bax û darên zeytûnê lêdide.

Rojnamevanê serkeftî ewe ku ji bo doza gelê xwe dibe pêşeng bo derxistina rastiya rewabûna doz û mafên dagîrkirî û xwedî lêderketin e
Rojnamegerî ango derxistina rastiya buyeran bi awayekî rast û dirûst û wek xwe.

Ez dikarim bi reşkawî bibêjim ku ez pir xemgînim ku di vê roja pîroz de, ango roja 22-4`an de, hin ragihandinên kurdî ku ew jî xwe bi girêdayî rêbaza Rojnameya Kurdistan dizanin, rastiyan nabêjin û her tiştî li gorî partîtiya teng û berjewendiyên keseyatî û bîrdozî tev digerin û dûr li berjewendiyên gel û doza gel in.

Eger hemû rojnamevan û ragihandvan û saziyên wê ên kurdî, di kar û xebatên xwe de, wek pirensîp û rêbazên 120 sal berê bixebitîna, niha ev ne rewşa gelê Kurd bû.

Hêjayî gotinê ye  ku yekem rojnameya kurdî, bi navê Kurdistan hat weşandin, di 22 Nîsana sala 1898`an de, li Qahîreyê derket û xwedîyê wê Miqdad Midhet Bedirxan bû.  5 jimareyên pêşîn li Qahîreyê derketin, hejmarên ji 6’an heta 19’an li Cenovayê derketin, hejmarên ji 20’î heta 23’yan jî dîsa li Qahîreyê, ya 24’an li Londonê, yên 25 û 29 li Folkstonê, li başûrê Londonê, yên 30 û 31’an jî li Cenovayê bi destê Ebdilrehman Begê, birayê Miqdad Beg derketin.  Hejmarên rojnameya Kurdistanê, ji bilî hejmarên 10, 12, 17, 18 û 19`an, li pirtûkxaneya Marorka Almanyayê tên parastin. Rojnameya Kurdistanê ji 22’yê Nîsana 1898`an de heta 14’ê Nîsana 1902’yan weşana xwe bi peryodên navberdayî domand û bi giştî 31 hejmar derketin.

Hozan Efrînî

Endamê kara ya Sendîkeya Rojnamevanên Kurdistan û ya Federesyona Rojnamevanên Navneteweyî (Journalist‎‏ ‏‎IFJ) .
22-4-2018

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket