120’mîn salvegera rojnameya Kurdistan pîroz be

kurdistani 04:47 PM - 2018-04-22
.

.

Bi hatina 120`mîn salvegera rojnameya "Kurdistan" , ez vê roja pîroz û bihadar û pir bi nirx, li tevahiya rojnamevan , rewşenbîr , hemû çîn û tiwêjên gelê Kurd û Kurdistanê, bi taybetî giyan û canpakiya rojnamevan û wênegerên şoreşger yên li şerê azadiya welat li Rojava û Başûr û Bakur û Rojhilatê Kurdistanê tevlî karwana nemiran bûne, pîroz dikim û hêviya serkeftin û serfiraziyê û bîr û ramanên azad bi awayekî berferehtir ji hemû kesekî pênûsdarê Kurd ên welatparêz û xemxwerê parastina dozê dixwaz im.

Bi destpêkirina rengên jiyanê yên bihara Kurdistanê ya xweşbîn û rengîn, gupik û kûlîkên bax û baxistanên welatê rojê pişkiviyan û rojanameya Kurd ya bi navê Kurdistan jî . di mêjk û hizrên gelê me de, vejiya û bîranîna wê her sal di 22 nîsanê de te pîroz kirin.
 Di hersal de û di roja 22-04'an de, salvagera vêketina mûma yekemîn ya vebiriqandina navê rojnameya bi navê “Kurdistan” herdem li ser destpêka rûpelên rojname, Kovar, malper û serlêvan e. Her weha di wê rojê de destpêkirina dîroka weşana rojnamegeriya Kurdî hate bi destnîşan kirin û bûye bi rojeke girîng ji tevahiya gelê me re.

Em wek stafa PUKmedia`yê beşa Kurmancî, germtirîn pîrozbahiyê li tevahiya rojnamevan û ragihanvanên kurd û Kurdistanê dikin û bi hêvî ne ku hewil bidin wek rastiya Yekemîn Rojnameya Kurdistan tev bigerin û bibin parêzvanên doza rewa ya gelê kurd li her şûnekê bin.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket