Li Silêmaniyê vejandina roja Enfalan birêve çû

kurdistani 05:58 PM - 2018-04-14
Vejandina roja Enfalan li Germiyan birêve çû

Vejandina roja Enfalan li Germiyan birêve çû

Îro li Germiyan û Çemçemalê vejandina roja 30`mîn ya operasyona Enfala gelê kurd bin rêve çû.

Îro roja şemiyê 14-4-2018`an, li devera Germiyanê, bajaroka Rizgarî, her weha li Çemçemalê, rêveberiya Germiyan bi alîkariya wezareta Karûbarê şehîd û enfalan, bîranîna 30`mîn salroja operasyonên enfalan  yê di bin navê ji tawanên DAIŞê heya tawanên enfalan merasîmeke vejandinê birêve çû.

Di hemû salvegerên Enfalan de, destpêka merasîman de, li ser ew siyaseta ku operasyonên enfalan li dijî gelê Kurd pêkhatibû, her weha çiqas nelihevî û zehmetî û xembarî hatibû holê, tekez dikin ku ew karê ku rêjîma rûxayî kiriye, di dîroka mirovahiyê de, pir kêm heye.

 Ew operasyonên enfalan ku li dijî gelê kurd pêkhatine, xeraptirîn tawane di dîroka mirovahiyê de, di wê de, tevayî pîvanên jinavbirin û qirkirinê hene ku ji aliyê dadgeha tawanan ya Êraqê a bilind wek cînosaid bi nav kiriye û ev vejandina bîranîna enfalan, wefadarî ye ji xwîna şehîd û rêzgirtine ji berxwedana xwedî û malbatên wan re.

Çavdêrên siyasî di wê barê de, tîşk xist ser ew qirkirin û jinavbirina ku gelê Kurd ji Feylî û Barzanî û Enfal û bombekirina gund û bajarên Kurdistanê û di serî de, bajarê Helebçeyê, lê tekez kir ku ew tev bi cînosaid hatine binav kirin û hatiye pejirandin.
Çavdêr didin zanîn ku hikûmeta Herêma Kurdistanê komîteyek ava kir tako ew komîte hemû dunya û cîhan bi operasyonên jinavirin û qirkirina kurdên Êzîdî û pêkhatin din bide nasîn ku di vê demê de, ji aliyê terorîstên DAIŞê ve birêve diçin.

Peyama serokkomar ji bo 30`mîn salvegera Enfalan

Serokkomar Dr.Fuad Masûm bi bona 30 salvegera karesata Enfal peyamek da.

Serokkomarê di peyama xwe da xuyakirin ku îro Êraq bi giştî û bi teybet Kurdistan salvegera tewaneke bi êş bibîrtîne, ku ew jî tewana Enfale û komkujiya bi ser gelê Kurd de pêk hatî ya yek ji karesatên mezine di dîroka gelê me de, komkujiyeke ku dê herdem di wijdana mirovahiyên de her birînek be.

Serok Masûm wiha pê de çû: Rêjîma dîktetor bi tewana Enfal û êrişa bi ser gelê Kurd e, diyar kir ku çendê zordare û nirxên mirovahiyê bin pê dike û di encama van tewana de bêtirî 183 hezar kes ji jin û mêr, pîr û kal û zarok zîndî hatine çal kirin û di encama kîmyabaran û bombebarana esmanî de bêtirî 4000 gund hatine rûxandin û bi sed hezaran kes jî hatine koçber kirin.

Serokkomar da xuya kirn ku dê ev tewan û hemû tewanên rêjîma zordar a têkçûyî encam dane, me bêtir bi sîsteman Demokratîk ve weku hilbijardeyekê girêbidin ku bê wê jiyana siyasî, civakî û ewlehiya civakê pêk nayê.

Serokkomar di dawiya peyama xwe de qurbaniyên Enfal û kesûkarên wan silavkirin û tekez li ser Êraqeke yekgirtî ku di nav biratiyê de jiyan dike kir.

Waşinton bi xemgînî Enfal bi bîr anîn

Îro 14/4/2018`an,Qunsilxaneya Emrîkî a li Hewlêrê salvegera Enfalan a li dijî Gelê Kurd bi bîr anî.

PUKmedia`yê wê neyek  ji belavokê Qunsiliyê wergirt ku têde digot Rêjîma Sedam Hisên di çarçoveya oparesyona Enfelan de dest bui êrîşekê kir, di encamêde bi deh hezaran bêsûc û sivîlên Êraq hatin kuştin û yên din jî birîndar bûn. Îro bi xemgîniyeke mazin em hemû Enfalan bi bîr tînin û tekez kir ku ew dê erkên xwe ji bo venegerîna bûyerên wek vê birjîn in .

Belavokê dest nîşan kir ku ew pêşerojeke ewle û Demokratîk ji Êraq ê re dexwaz dike


Parlemana Yunanê ji hikûmetê xwest ku Helebçe û Enfal bi jenosîd binase

Ji erşîva PUKmedia`yê 31/5/2013

Di nameyekê de bo serokê parlemana Kurdistanê, serokê lijneya peywendiyên derve ya parlemana Yunanê ragihandiye ku wan daxwaz ji wezîrê derve yê welatê xwe kirine ku pirsa Helebçe û Enfalê bi jenosîd bê nasandinê.
Li çend rojên borî de, nameyek ji serokê lijneya peywendiyên derve ya parlemana Yunanê gihîşte destê Serokê Parlemana Kurdistanê Dr. Erselan Bayîz têde amaje bi wê yekê dikin ku wan bi fermî daxwaz ji wezîrê karûbarê derve yê welatê xwe kirine ku pirsa Helebçe û Enfalê bi fermî bi jenosîd bê nasandinê.
Di beşekî din ya nameyê de hatiye ku wan daxwaz ji hikûmeta Yunanê jî kirine biryarekî taybet bo parlemanê bişînetaku deng li ser bê dayîn.
Hêjayî gotinê ye ew name piştî wê yekê hatiye ku di 21/4/2013 de, dema ku serokê parlemana Kurdistanê Dr. Erselan Bayîz pêşwazî li şandeke parlemana Yunanê bi serokayetiya serokê lijneya peywendiyên derve kiribû û di wê hevdîtinê de serokê parlemanê ji şanda parlemana Yunanê xwest ku pirsa kîmyabarankirina Helebçe û enfalkirina xelkê Kurdistanê bi jenosîd binasin.


Kelar.. Li dijî 257 rêwikarên beşdarî operesyonên Enfal bûne biryarnameya girtinê

Ji erşîva PUKmedia`yê 5/6/2014


Wezîrê karûbarê şehîdan û enfalkiriyan di roja pêncşemê 5 / 6 / 2014`e, li gel serok û nûnerê dozgerê giştî li qeza Kelar civiya.

Di civînê de pirsa derxistina biryarnemayên girtin derbarê rêwijakrên fewcên sivik ên beşdarî operesyonên enfalkirinê bûne di dema rêjîma Sadam ya têk çûyî de.

Dozgerê giştî yê Germiyan  Nîzar Hesen ji PUKmedia yê re diyar kir ku di civînê destgîrkirina ew kesên ku rêwijkariya fewcên sivik ên rêjîma Baes kirine ku hejmara wan 257 kese hate gotebêj kirin ku berê derheqê van kesan de biryara girtinê ji aliyê dadgeha ceza ya giran a Êraqê ve derketiye û da xuya kirin ku jib o girtina van kesan bê ku cudahî di navbera bajarên Herêma Kurdistanê bête kirin perspektîfên pêwsît derketine rê.

Hesen wiha pê  de çû û got : Her wiha di civînê de gilî û dawayên malbatên enfalkiriyan û rêxistinên peywendîdar bi dosaya enfalkiriyan ve derbarê ew tewanbarên u beşdarî operesyonên enfal bûne di dema desthilatdariya dîkteror Sadam Husên de hatine gotebêj kirin û nirxandin.

London: Kongireyek bo bijenosîdnasandina gelê Kurd

Ji erşîva PUKmedia`yê 11/1/2013

Biryare roja 17/1/2013`an bi amadebûna nûnerê Serokê Herêma Kurdistanê Dr. Ziryan Osman û wezîrê karûbarê Şehîdan û Enfalkiriyan Aram Ehmed, nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Londonê payetexta Birîtanyayê kongireyekî taybet bi nasandina jensîda gelê Kurd bi druşma “Bi dawîanîna bêdengiyê li asata komkujiya gelê Kurd” bide ser milê xwe.
Kongire rojekê didome û têde behsa ew tawanên ku derheqê gelê Kurd de li enfal û kîmyabaranê  hatiye kirin dikin.
Di wê kongirê de behsa wê yekê dê bê kirin ku çawa navendên navdewletî sûd ji ew karesatên bi sere gelê Kurd de hatine bibînin taku li cihekî din dubare nebin û bi taybet li sûriyê ku metirsiya bikaranîna çekên kîmyawî heye.
Derbarê kongireyê de rawêjkarê Serokê Herêma Kurdistanê Dr. Ziryan Osman ragihand ku: Bi nûnertiya Serokê Herêma Kurdistanê ewê di kongireyê de gotarekê pêşkêş bike û wê têde behsa komkujiya gelê Kurd bike di heman demê de wek pêşmergeyekî dêrîn û pijîşkê şoreşê ku çareseriya çendîn birîndarên çekên kîmyawî kiriye.
Ji aliyê xwe ve jî berdevkê wezareta karûbarê şehîdan û enfalkiriyan Fuad Osman ragihand : Ji bilî ku wezîrê şehîdan û enfalkiriyan di wê kongireyê de wê gotina xwe hebê. Bi rêya dataşova komjiya gelê Kurd bi taybetî ewên li dadgeha bilind a tawanên Êraqê de navê wan wek jensîd hatiye aşkira dikin, her wek komek belgename û dokomêntên taybet jî bi enfal û kîmyabaranê derdixin pêş wan.
Hêjayî gotinê ye ew kongire di çarçoveya ew nûçeyên hene ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê û wezareta karûbarê şehîdan û enfalkiriyan dide bo di asta navdewletî de jenosîda gelê Kurd bidin nasandinê ye.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket