Firokexaneya Silêmanî di Parlemana Tirkiyê de

kurdistani 05:21 PM - 2018-04-11
fIROKXANEYA sILêMANî LI PARLEMANA tIRKIYê

fIROKXANEYA sILêMANî LI PARLEMANA tIRKIYê

Destpêşxeriya HDP ji bo balefirxaneya Silêmanî

Parlementera Partiya Demokratîk ya Gelan Feleknas Ûca ji bo vekirina seferên geştiyariyê yên di navbera Enqere û Silêmaniyê deîro roja duşemê 11-4-2018`an,  pêşniyarpirsek pêşkêşî parlementoyaTirkiyê kir.
Feleknas Ûca jibo Wezîrê Gihandin û Ragihandinê yê Tirkiyê Ehmed Arslan bibersivîne pêşniyarpirsek di derbarê balefixaneya Silêmaniyê de pêşkêşî parlementoya Tirkiyê kir.
Di pêşniyarpirsê de parlementera HDP’ê Feleknas Ûca aşkera dike, piştî referandûma Herêma Kurdistanê  roja 29’ê Îlonê Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim seferên ji Tirkiyê bo Hewlêr û Silêmaniyê bêdawî hatine girtin.
Ûca diyar dike, seferên ji meha Îlonê ve hatibûn girtin, roja 27’ê Adara 2018’an seferên di navbera Tirkiye û Hewlêr de hatin vekirin. Li rexmî kû du hefte li ser derbazbûne jî hêjan seferên Tirkiye û Silêmaniyê nehatine vekirin.
Parlementera HDP’ê xwest sedemê nevekirina seferên Tirkiye û Silêmaniyê bê zanîn û xwest bê aşkera kirin dê seferên navbera Tirkiye û Silêmaniyê kengê destpê bikin.
PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket