Hawarê jî azadkirina Dr. Ebdulmecîd xwest

kurdistani 03:33 PM - 2018-04-09
Hawarê jî azadkirina Dr. Ebdulmecîd xwest

Hawarê jî azadkirina Dr. Ebdulmecîd xwest

Rêxistina Hawar ya Parastina Zarokên Efrîn ê azadkirina Dr. Ebdul Mecîd xwest.

Piştî ku berpirsê beşa ragihandinê li zanîngeha Efrînê û endamê desteya damezrêne ya zanîngeha Efrînê diktor Ebdulmecîd Şêxo ji mala wî ya li bajarê Efrîn ê ji aliyê komêîn çekdar ve hat revandin û ber bi aliyekî nediyar ve birin, hate zanîn ku heya niha jî tu agahî li ser wî nînin.

Her weba di wê barê de Rêxistina Hawar ya Parastina Zarokên Efrîn ê belavokek weşand û tê de ew kar şermezar kir. Di wê belabokê de, dixwazin kir ku diktor Ebdul Mecîd bi zûhtirîn dem bête azadkirin.

Û azadkirina Dr. Ebdul Mecîd Şêxo li stuyê hemû aliyên peywendîdar ên niha li Efrînê desthilat ferizkirin girt û bi awayekî pir lezgîn azadiya wî xwestin her weha ji tevahiya rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî û ên peywendîdar bi karûbarên mirovî ve daxwaza fişarxistin li ser Tirkiyê kir tako çarenivîsa Dr. Ebdulmecîd Şêxo diyar bikin û jiyana diktor biparêzin û wî vegerînin mala wî.

Hêjayî gotinê ye serokê beşa ragihandinê û endamê desteya damezrêner ya zanîngeha Efrînê Dr. Ebdul Mecîd Şêxo doh roja yekşemê 8-4-2018`an, li navenda bajarê Efrînê ji aliyê ketîbeya Ceyş Şerqiyeyê ve, ji mala wî hat revandin û heya niha ti agahî li ser çarenivîsa wî tune ye.
PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket