Serokê EPR banga alîkariya Efrîniyan kir

kurdistani 07:39 PM - 2018-04-08
Serokê EPR banga alîkariya Efrîniyan kir

Serokê EPR banga alîkariya Efrîniyan kir

Serokê EPR Xalid Hemadê (Hecî Efrînî) banga alîkariya koçberên Efrînî kir
Serokê Encûmena Penaberên Rojava li Silêmaniyê Xalid Mihemed Hemadê bang li tevahiya aliyên mirovî ên navneteweyî kir ku bilez hawara koçberên Efrînê bikevin û alîkar bin.
Hemadê bi riya belavokekê ku wêneyek ketiye destê PUKmedia`yê aşkire kir ku ew bi navê Encûmena Penaberên Kurdê \Rojava li Herêma Kurdistanê bang li  tevahiya rêkxistinên mafên mirovan û ên peywendîdar bi karûbarên mirovî re bi awayekî pir lezgîn xwe bighînin koçberên Efrînê û rewşa Efrîniuyan çareser bikin ku niha di navbera fişarên rêjîma Sûrî û komên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve mane.

Hecî Efrînî di banga xwe de, tekez li ser bi cihkirina erkên mirovî li hemberî ew keresetên ku bi ser xelkên Efrînê de hatiye di encama dagîrkirina Efrîn ji aliyê Tirkiyê ve û komên çekdar ên ku li gel xwe ançbûn Efrînê.

Hêjayî gotinê ye ku bêhtir ji 250 hezar koçberên Efrînî ji neçarî koçberî navçeya Şehbayê û Şêrawa û Nobilê bûne û niha jî ne rêjîm xwedî lê derdikeve û ne jî welatên peywendîdar û ne jî mafên mirovan û tirk jî rê nade wan ku careke din vegerin malên xwe li Efrînê.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket