Jinên Êzdî: Em bi hebûna Serok Apo em azad in

kurdistani 02:10 PM - 2018-04-06
Jinên Êzdî: Em bi hebûna Serok Apo em azad in

Jinên Êzdî: Em bi hebûna Serok Apo em azad in

Jinên Êzidî yên Şengalê diyar kirin ku jinên Êzidî û civaka Êzidî ji saya fikrên Ocalan bûne xwedî îrade û êdî azad in.

Jinên Êzidî Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan wekî çavkaniya îradebûn û azadiya gelê Êzidî dibînin, lewma 4’ê Nîsanê roja rojbûna Ocalan jî wekî rojek pîroz û hêzekê dibînin.

Her weha jî jinan destnîşan kirin ku bi hezaran salan wek jinên bê îrade dihat naskirin, îro bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo azad bûne û gotin: “Em îro bi saya felsefeya Serok Apo azad in. Bi taybet di fermana 73’yan de jina Êzidî xwe nas kirin û pêngavên pir mezin li ser fikrên Serok Apo avêtin. Em vê rojê ji bo xwe wek rojek pîroz dibînin. Em ê li Serokê xwe xwedî derkevin. Tişta ku Serok Apo ji bo civaka me kir ne tiştek biçûk bû, Serok Apo îrade da civaka Êzidî’’,û jinan di axaftina xwe de rojbûna serok Apo li hemû Kurdan û bi taybet li jinên Êzdî pîroz kirin.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket