Rûsiya di talankirina Efrîn ê de li gel Turkiyê hevkar e

kurdistani 10:10 AM - 2018-04-02
Rûsiya di talankirina Efrîn ê de li gel Turkiyê hevkar e

Rûsiya di talankirina Efrîn ê de li gel Turkiyê hevkar e

Nûştecihên ku ji ber êrîş û dagirkirina dewleta Tirk ji Efrîn ê re ji malên xwe reviyan e gotin ew bêdengiya hemû dewletên Cîhanê  û bi taybet dewleta Rûsiya ku rê da Turkiyê ku Herêma Efrîn ê dagir bike şermezar dikin.

Li ser zimanê xelkê Efrîn ê hat ragihandin ku piştî ku Dewleta Tirk li gel çeteyên xwe yên DAÎŞê û artêşa Azad bajar û gundan dagir dikin yekser dest bi dizîn ê dikin da ku tiştek ji welatiyê ku vedigerin malên xwe re nahêlin dikin,lê welatiyên Efrîn ê ên ku ber bi navçeya Şeba ve koçber bûne di axaftina xwe de ragihandin ku ev bêdengiya Cîhanê li ser kiryarên dewleta Tirk bi derheqên me ji me re zelal dike ku ew jî beşdarî talankirina bajarûn menin û destê wan di windakirina pêşerojê zarokên me de hen in ku ji xandin û dibistanên xwe dûr ketine.

Her weha jî welatiyan tekez kirin ku Rûsiya dewleta sereke di komkujiyên ku li Efrîn ê hatine kirin de ye û li gel Tirkiyê beşdare. Dewleta Tirk bi vê êrîşên xwe ne tenê Kurdan dike armanc lê Dîrok û Kevnarên wan jî ji xwe re kiriye hedef û hemû kokên Kurdan li Efrîn ê talan dike û te jî artêşa Tirk û çeteyên wê ve dest davêjin ser şerefa jin û keçkên Herêm a Efrîn ê û keçkan ber bi Tirkiyê ve diravîn in ,ev jî li gor gotinên bînaran hatiye vegotin,ev tişt tîne wetaya ku Tirkiyê Dewleta Osmanî bi kiryarên xwe vedigerîn e.

Di dawiyê de welatiyên Efrîn ê hêvî kirin ku Civaka Navnetewî li hember dest dirêjiya Turkiyê bê deng ne mînin û helwesta xwe bi lez li ser vê mijarê nîşan bidin.

PUKmedia/Nazliyê Remedan

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket