Êdî Vedengê bi kurdî bixwînin

kurdistani 07:26 PM - 2018-04-01
Êdî Vedengê bi kurdî bixwînin

Êdî Vedengê bi kurdî bixwînin

Xwendevanên hêja……
Rojnama VEDENG (û rûpela wê ya iliktronî) , rojnameyek e serbuxe ye, weşaneke nîv mehan e ye û tê belavkirin li hemî pêkhateyên kantona Cizîrê , ji layê nirxê diravî ve bexşane ye û hember wê tu pere nayên wergirtin ji tu kesekî .
Mebesta serek e jê, parastin û pêşketina ziman, çand, huner û wêjeya kurdî ye bi hemi reng û cureyên xwe ve .
Zêdeyî wilo, em dixwazin ji keda helbestvanan, rewşenbîran, nivîskaran û hunermendan bilind bikin û vî warê balkêş zengîn bikin û têkiliyan bi lêkolînên dîroka kurdî ve xurtir bikin .
Ji lewra, VEDENG xwe dibîne malbateke ragihandinî sereke ku deriyê xwe ji her kesî re vedike û derfetê dide hemî mirovan bê cudahî ku cihê xwe li ser rûpelên wê bibîn e .
Ji aliykî din, baweriya me heye ku rûpelên VEDENG zengîn dibe bi beşdariya pênûs û ramanên renge reng ji aliyê her kesî ve .
Em têkiliyên xwe fere dikin bi teyibet bi nifşên nûhatî û jinê re , bi armanca avakirina civakek KURDÎ tê de nifşê nû xwedî helwesteke kurdî netewî be , grêdayî bi çanda xwe ve be bi hemî cureyên wêja kurdî ve, bo bikaribe wan cureyan bikar bîne di jiyana xwe ya rojane de . Wilo giringiya rola jina KURD jî dibînin , li gor em zanin ku hijmarek ji navên jina kurd di çanda KURDÎ de heye û balkêş e mîna roniya stêrkan li asîmanê di şeva tarî de ronî didin , lê wilo jî ji sedema rêzik û helwestên kilasîkî ji sînordana rola jina KURD re hiştin ew jêdera ava kehniya wêjeya KURDÎ kêm bibe , lewra em weke VEDENG KURDÎ tiyên berhemên jina KURDIN dema ji me re tên , em bi dilekî geş wan berheman himbêz dikin û diweşînin.
Berhehmên tên weşandin rengereng in : Helbest, çîrok, gotar,pend , metelok, hevpeyivîn û nûçeyê rewşenbîrî ne.
Di dawî de, em bi hêvîn e ku em bikaribin xizmeteke hêja bikin diber wêje û çanda kurdî de û nameya xwe ya rewa bi gihînin we, tevî ku em dilxweşin bi rexnên we, bo em bikaribin kêmasiyên xwe sererast bikin .
Xwedevanên hêja : Hûn dikarin berhemên xwe rêkin ji me re li ser van navnîşanan:
Facebookên : Biradostê Mîtanî
Azad Xalid
JÎRO MÎTANÎ
Desteya sernivîser

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket