Girkêlegê; Semînarek derbarê Efrînê
kurdistani 07:28 PM - 2018-03-31Girkêlegê
26-3-2018z, 4-1-2630 kurdî, Yekîtiya Rewşenbîrên Kantona Cezîrê- şaxê Girkêlegê, şevbiwêrkek li ser rojeva siyasî ya Efrînê lidarxisit .
Kesên axivîn di şevbiwêrkê de :
1- M. Şêxmûs Cumaʼa: Helwesta navnetewî di derbarê Efrînê de.
2- ji rêvebiriya Yekîtiya Rewşenbîrên Kantona Cezîrê – Şaxê GIRKÊLEGÊ M. Biradost Mîtanî : Helwesta Netewa kurd di derbarê Efrînê de .
Di destpêkêde, m. Hisên Hibo, bi navê Y.R.K.C. - Ş.G pêşwaziya mêhvanan kir,
Piştre herdû mamosteyan dest bi axaftinê kirin .
M. Şêxmûs Cumaʼa li ser helwesta dewletên navnetewî ji bo Efrînê axivî û diyar kir ku ew tenê li gorî bercewendiyên xwe kar dikin, ne ji ber miletan yan jî, ji ber mirovahiyê û demokrasiyê .
Li gorî Cumaʼa, Gelek caran kurd rastî derbeyên giran hatine, wek Efrînê, lê tevî wilo ew ne şikestine û li ser piyan mane .
Ji aliyê xwe ve M. Biradost Mîtanî, di dema 20 xulkan de, axivî li ser rewşa tevgera kurdî Sûrî bi giştî û rewşa Efrînê bi teybet .
Mîtanî helwesta dewleta Tirk û çeteyên pêve girêdayî, bi arîkariya hinek hêz û partiyên kurdî zelal kir, di vê bûyerê de .
Herwiha, penaberên Efrînê yên ku carê di nav xebata bajêr û KURDIYETÊ de bûn ew nikarin vegerin Efrînê, ji ber ku wê rastî tolhildan û girtin û kuştinê werin ji hêla dagirkeran ve .
Li gorî mamoste da xwiya kirin, ku çareserî di yekîtiya kurdî de ye û di rizgarkirina EFRÎNÊ de ye bi piştgiriya YPG, YPJ û QSD ê de û di avakirina diblomasiyek kurdî navnetewî de ye .
Lê belê, divê rewşenbîr bi rola xwe rabin di civakê de û miletê kurd şiyar bikin .
Di dawî de, danustandin çê bû ji aliyê beşdaran ve û bersiv hatin dayin, ji aliyê herdû mamosteyan ve .
Hêja ye gotinê ku nûnerên partî, rêxistin, komele û saziyên civaka sivîl hazir bûbûn .
PUKmedia-VEDENG
hewal ziyatr
-
Dije Teror û Asayîşê derbarê rudawa li Silêmanî daxuyaniyek dan
04:47 PM - 2024-04-19 -
Konsulê Rûsyayê: Yekîtî di pêşxistina aştî û diyalogê de xwedî roleke girîng e
09:38 PM - 2024-04-18 -
Yekîtî ji bo hilbijartinan amade ye
08:03 PM - 2024-04-18 -
Komisyonê roja destpêkirina kampîên hilbijartinan ragihand
01:04 PM - 2024-04-18
zêdetir tamaşe bike
Yûsif Goran: Hilbijartin teke rêya derketina Herêmê ji wê rewşê ye
08:34 PM - 2024-04-19
Birîna 160 milyon dînar ji mûçeyê parlementerên ku beşdarî civînan nebin
01:35 PM - 2024-04-19
Dahata Silêmaniyê di heftiyekê de zêdey 7 milyar dînar e
10:31 AM - 2024-04-19
zortrin xwendraw
-
Konsulê Rûsyayê: Yekîtî di pêşxistina aştî û diyalogê de xwedî roleke girîng e
Kurdistan 09:38 PM - 2024-04-18 -
Yekîtî ji bo hilbijartinan amade ye
Kurdistan 08:03 PM - 2024-04-18 -
Dahata Silêmaniyê di heftiyekê de zêdey 7 milyar dînar e
Aborî 10:31 AM - 2024-04-19 -
Birîna 160 milyon dînar ji mûçeyê parlementerên ku beşdarî civînan nebin
Kurdistan 01:35 PM - 2024-04-19 -
Dije Teror û Asayîşê derbarê rudawa li Silêmanî daxuyaniyek dan
Kurdistan 04:47 PM - 2024-04-19 -
Yûsif Goran: Hilbijartin teke rêya derketina Herêmê ji wê rewşê ye
Kurdistan 08:34 PM - 2024-04-19 -
Qubad Talebanî: Aramiya Silêmaniyê xeta sor e
Kurdistan 10:10 PM - 2024-04-19