EFRÎN di dîrokê de: BIRADOSTÊ MÎTANÎ

kurdistani 04:55 PM - 2018-03-31
BIRADOSTÊ MÎTANÎ

BIRADOSTÊ MÎTANÎ

 Nav : ji dîroka kevnar ve navê EFRÎNÊ lê ye , ji ber dîroknasê mezin STRAPON ( 500)B.Z navê APRÎW bi kar aniye , yanî bi KURDÎ :Devera têr ji ava sor a ku jiyanê dafirîne , nexasim EFRÎN zengîne bi çeman û AP yanî AV .
-Qûnaxên dîrokî:
Efrîn di dîroka serdemên kevirî de cihê mirovê HORAKTOSE 1000000 salî berê , û cihê mirovê NIYANDIRTALe 400000 salî berê , nexasim di şikefta DUDERÎ de , li çiyayê LÊLÛN.
Efrîn zemîna şehrestaniyê ye ji dema KURDÊN HORÎ ve û mîreşîna wan ALALX a li deşta HEMK a girêdayî bi paytexta HORIYAN ORKÊŞve li girê mozan 2500 b.z , û ji dema HÎTÎ , MÎTANÎ , ARAMÎ, ASÛRÎ, KALTÎ (ORARATO) , MÎDÎ, ROMÊN PÊZETEES, PARISO(FARIS),YONANÎ,ROMAN , EREBÊN MISIRMAN,SELÎBÎ û OSMANIYAN ve.
-Şûnwarên EFRÎNÊ :
*Pira QÎBAR: Ji çerxê (14) ve ye , ser navê ELÎ QÎBAR e , yê xwediyê sengera QÎBARÊ ye , ew li bakur û rojavayê gundê ERIŞQÎBAR e.
*Kelha nebî HORO: Ew cihê gora ciwanekî KURD e , navê wî HORO HENAN e ji HORIYAN e , ew serleşkerekî pêxember DAWID bû (S) , di şerê bi neyaran re hate kuştin .Piştî SIKENDERÊ MEKDONÎ dema SÛRÎ bû para SILOQIS (300 )b.z wî li ser gora wî kelhek çê kir navê wê ji HORO kire SÎROS û di dema Farisan de navê wê bû KORIŞ. Ew kelih (45)K.M li bakur û rojhilatê EFRÎNÊ ye.
*Baregiha dîrokî ÊNDARÊ : Ew ji şûnwarên wan dewlet û şehristaniyan e .
*Gundê XALITA yê ji dema kurdên KALITÎ ve ye .
* çendî caran sembola AHOREMEZDA û XAÇA şikestî ya ARIYAN tên dîtin li ser dîwarên dîrokî û di binê ERDÊ de.
-ÊL û malbatên KURD :
EMIKAN,ŞIKAKAN,OKÇA ÊZÎDÎ,COM,ŞÊXAN,KOÇER,REŞWAN,ROBAR,CEQLA,HEKARÎ û ŞERQIYAN ...HTD.
-Malbat: ELÎ SÎDO MÊMÊ,ELÎ XUBARÎ, DERWÊŞ AXA ŞEMÊ meznê ÊZÎDIYAN ,AL CAFER,HEC OMER,BACÎ REŞ,REŞ AXA,KOR EHMED BETAL,AL EMO ,AL BETAL,MILÎDAWIDÎ,HESEN AFENDÎ û DENA û gelekin din.
Li EFRÎNÊ henek ERMENÎ jî hene ji dema ku koçberbûn ji Tirkiyî ji sedema komkujiyan û wilo lê beşek ji êl û malbatên Ereb jî hene.
-Dîroka siyasî ya EFRÎNÊ û herêma wê dirêj û zengîn e , di serdema nû de , di dema dagirkiriya FERENSÎ de hate parçekirin 1922z di navbera FERENSÎ û TIRKAN de. Efrînê kirasê avedaniya nû li xwe kir ji 1923z ve.
-Îro ev bajarê dîrokî û şehrestanî ktiye singa êrîşên firok û çeteyên Erdogan de û dijî wî agirî bi lehingî li ber xwe dide , bi saya xwedê û berxwedêrên me YPG,YPJ, HSD , ASAYÎŞ û hemû hêz û gel .
31-1-2018Z.10-11-2629KURDÎ

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket