Mêrxas MIHO ÎBO ŞAŞO .......Kesayetin ji EFRÎNÊ

kurdistani 04:28 PM - 2018-03-31
.

.

Tekoşerê kurd MIHO ÎBO ŞAŞO yek ji nav kesên herî giring e .
Di rêveberiya tekoşîna gelên Sûriyê dijî dagirkerên Ferensî de ye dîrokzan dibêjin ku ew kesê yekem e ku guleya barand dijî ferensiyan li Sûrî ye.
Li gundê Baska ji dayîk bû di sala 1881 z ya ku li ser deşta LICÊ li ser sînorê Sûrî-tirkiyê ye .
Miho û zilaminan din li taxa AQYOL li Helebê hev dîtin û biryar dan ku şerê Ferensiyan bikin . wan biryar da ku ji deşta HEMKÊ destpê bikin dijî Ferensiyan .
Li ser tekoşîna wî dîrokzan EDHEM EL CUNDÎ dibêje di pirtûka xwe ya bi navê (dîroka şoreşên Sûrî di dema dagirkerya ferensî de ) 1960 z :Tekoşerê leheng MIHO ÎBO ŞAŞO yê KURD guleya yekem di riwê Ferensiyan de avêt , koma wî ya şervanan bû bingih ji komên şoreşgeran re .
Hikûmeta xwecihî ya HARIMÊ hêzek leşkerî şand ku wî bigire , ji ber vê yekê demekê ji ber çavan xwe winda kir , lê wan leşkeran hevjîna wî wek gerew bi xwe re girtin û birin Harimê .
Hêrsan Miho girtin û li dûv leşkeran çû û şer di navbera wî û leşkeran de çêbû ,di encamê de gelek leşkeran jiyana xwe ji dest dan û gelek revîn . MIHO bi hevjîna xwe re vegera mala xwe .
Piştî vê bûyerê gelek kes tevlî MIHO û hevalên wî bûn .
Ferensiyan xwe amade kirin ku êrîşî MIHO û hevalên wî bikin , lê wan bersiva wan dan bi xwertî heta Ferensiyan xwe vekişandin.
ji çiyayê XASTIYA û QAZEQLÎ li Efrînê cih ji xwe re girtin bihtirî 40 şervanî xwe lê kom kirin
MIHO serkêşiya êrîşekê li ser karwanek leşkerê ferensî kir li ser deşta HEMKÊ û ew şewitandin .
Hevpeymanek bi komine din re çê kir û êrîşî barageha leşkerî ya gundê HEMAM li Efrînê kir di sala 22 – 1-1920 û destê xwe danîn ser baragehê di sala 26 – 1 - 1920 piştî ku Fermandarê navenda leşkerî û milazim DOLONAY kuştin .
Ferensiyan hêzek bi serkêşiya kaptin DORHÊL şand ji ber ku li Miho û hevalên wî bigerin .
Lê wan jî êrîşî wan kirin û 50 ji wan şehîd û 17 dîl ketin .
Tê gotin ku firokên ferensiyan arîkariya êrîşê kirin dijî Miho û hevalên wî.
Miho û şervanan di nîva şeva 1939-1-23 êrîşî mala şêwermendê ferensî li EZAZÊ kirin û di navbera wan de şerek dijwar çê bû heta sibihê ,ji dijwariya şerê şervanan hêzênên ferensî neçar man û hewara xwe gihandin navenda xwe ya leşkerî li Helebê bi serkêşiya Kolonîl DOŞÎ LIYON û wilo yê
gundê QETMÊ jî .Di hemdemê de firokên ferensî jî hatin şervan bibebaran kirin . şervanan firokek anîn xwarê.
Lê di encama xiniziya hinek xelkên wî û axaninan MIHO hat şehîdkirin bi reşkujiyeka bi xedrê li ber deriyê şikefta ku li wir şer dikir li gundê TETRAN li Efrînê piştî ku bi lehengî şer kir .

Wergerandina ji zimanê EREBÎ : SEYRAN MÎTANÎ Ji malpera CENDÊRS EL'AN .

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket